Dahata turnuvaya Thirtysix Fights bexşî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir

Li Elmanayê cara sêyem e tûrnuvaya 37 lêdan (Thirtysix Fights) hat lidarxistin, dahat jê hat bidestxistin bexşî malên stargehên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

Navenda Nûçeyan- Li paytexta Elmanya Berlînê tûrnuvaya 37 lêdan (Thirtysix Fights) hat lidarxistin ku werzîşvanên branşên boks û Muay Thai, K1 beşdar bûyî, hemû dahata ku jê hat bidestxistin bexşî Mala Stargeh ên jinan a li Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

Li gorî nûçeya di rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê de cih girt; îsal sêyemîn turnûva hat lidarxistin. Turnuva bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ heta lidarxistin di dîroka 6’ê Nîsanê de pêşbazî li SO36’an de hat lidarxistin 14 maç hatin lîstin; 28 werzîşvanan pêşbazî kirin, pêşbazî 2 saet û 3 deqe, di 6’an de jin û di 8’an de mêran pêşbazî kirin.

Tûrnuvaya piştevniyê esas digre

Tûrnuvaya ku piştvaniya bi Kurdistanê re esas digre ya yekem di sala 2019’an de hatibû lidarxistin. Dahata ku ji vê derê hat bidestxistin, bexşî atoleyeya yekem li vê derê ku ji bo birîndarên giran ên şerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protezan berhem didin kir. Tûrnuvaya duyem di sala 2022’an ji bo gelê wargeha Mexmûr a li herêma Federe ya Kurdistanê hat lidarxistin. Turnuvaya îsal biryar dan ku ji bo Malên stargehên jinan a li kantona Cizîr li dar bixin.  

Rêvebera Malên Stargeh ên jinan û seroka komîsyona jinan a Kantona Cizîr Evîn Paşo turnuva bi awayê onlîne şopand. Evîn Paşo di destpêka axaftina xwe de spasî kir û got: “Di şerê li Sûriyeyê û di êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heman rewş bi pêş ket. Jin di şoreşa Rojava de li dijî DAIŞ’ê di çeperên  herî pêş de şer kirin. Rola leşkerî, psîkolojîk û pêşeng li vê derê derket holê. Ji ber wê şoreşa Rojava, bû şoreşa jinan. Li dijî sîstema kapîtalîst xwediyê fikra ‘jin Jiyan Azadî’ Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan modernîteya demoqratîk pêşxist li Rojava hate jiyan kirin, giringe hûn pê re di nava hevkariyê de ne.”

‘Em bawer dikin ku ji piştevaniya neteweyan wêdetir dê rêxistikirinê bi ser bixe’

Di daxuyaniya li ser navê Buroya Aştiya jinên Kurd (CENÎ) hat dayîn de wiha hat gotin: “Serhildana Jin Jiyan Azadî û şoreşa Rojava her roj bi pêş dikeve. Jin di rojên 25’ê Mijdar û 8’ê Adarê de protestoyên xwe berdewam dikin. Her çendî ev şer balê bide têkoşîna jinan, diyarkirina rojevê ya  sîstema mêr a serdest ji nîqaşê re veke, rewşa heyî bi çavên sêyem lê temaşekirin û divê perspektif were pêşxistin. Tevgera jinên Kurd ev bi dehan salan e diyar dike ku em yek in. Em bawer dikin ku ev ji piştevaniya neteweyî wêdetir, rêxistinkirinê bi ser bixe.”