Dadweriya Îranê çalakvana sivîl bi kefaleta demkî berda
Di doza çalakvana sivîl Ferîba Huseynî de pêşketinek nû çêbû. Dema li bendê bûn ku pêvajoya darizandinê li girtîgeha Adelabad a li baajrê Şîraz temam bibe, bi kefaleta demkî hat berdan.

Navenda Nûçeyan – Di bin siya daxwazên ji bo berdana girtiyên siyasî zêde dibin de, bijîşk û çalakvana sivîl Ferîba Huseynî bi demkî hat berdan. Gelek çavdêr û çalakvan li bendê ne wê pêvajoya darizandin çawa bi dawî bibe.
Rayedarên Îranê di 22’ê Tîrmehê de bijîşk û çalakvana sivîl Ferîba Huseynî bi kefaleta 300 milyon tumenî ji girtîgeha Adelabadê ya Şîrazê bi awayekî demkî berdan. Ew heta bidawîbûna darizandina xwe wê di bin çavdêriya tibî de bimîne.
Ferîba Huseynî di 21’ê Hezîranê de ji ber parvekirina şîroveyên rexnegir li ser medyaya dîjîtal, li ser êrîşên leşkerî yên Îsraîlê li ser Îranê, hatibû binçavkirin. Piştî girtina wê, pêşî biribûn qereqolê û piştre jî biribûn navenda binçavkirinê ya îstîxbarata Îranê ya ku bi “hejmar 100” tê zanîn.
Di pêvajoya girtina xwe de, ji bo protestokirina zêdebûna kefaleta wê ya 2 milyar tumenî, zêdetirî 12 rojan ket greva birçîbûnê. Ev yek bû sedem ku tenduristiya wê xirab bibe û di nava parêzvanên mafên mirovan de bû sedema fikarên cidî. Ew hê jî li benda encamên darizandina xwe ye, ev yek ji aliyê çavdêr û çalakvanên navneteweyî ve bi baldarî tê şopandin.