Dadgehê gazî Zehra Azizmohammadî Ahoyî kir

Dadgeha Îranê bi hinceta zagona hîcaba bi zorê binpê kiriye, ji bo îfadeyê gazî Zehra Azîzmohemmedî Ahoyî ya ku di warê kurtefilman de kar dike kir.

Navenda Nûçeyan- Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê serhildana gel a bi pêşengiya jinan bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” piştî qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê hêzên Îranê bi hinceta hîcaba xwe li gorî zagonan gire nedaye ve hat qetilkirin dest pê kir, rûxmê hemû girtin, darvekirin, îşkenceyê berdewam dike.

Zehra Ezîzmohemmedî Ahuyî xelkê bajarê Tehranê ye bi hinceta ku li gorî zagonê hîcaba xwe girê nedaye ji aliyê Şaxa 1092 a Dadgeha Ceza ya Erşed a Tehranê ve gazî wê kirin. Li gorî wê li Tahranê divê heta roja 23’ê Hezîranê li dadgehê amade be, li dijî sûcbariya “Bê hîcab derketina jinan a kolanan û di nava xelkê de” parastina xwe bike. Zehra Ezîzmohemmedî Ahouî  welatiyek e li Tehranê ye û di warê çêkirina kurtefîlman de kardike.