Dadgeha Qahîrê mêrê destdirêjî li sê zarokên keç kirî ceza kir

Dadgeha Ceza ya Qahîrê êrîşkarê binavê Ehmed Bessam Zekî yê destdirêjî li sê zarokên keç kirî ceza kir.

Qahîra - Dadgeha Ceza ya Qahîrê êrîşkarê destirêjî li sê zarokên keç ên temenê wan dibin 18 saliyê kirî Ehmed Bessam Zekî darezan û 8 sal ceza lê birî. Lêpirsînên dozgeriya giştî piştrast kir ku tawanbar destdirljî li ser her sê keçan kiriye û bi aşkerekirina mijarên girêdayî rûmeta wan gef li wan xwariye, wan keçan ew nameyên ku tewanker bi riya malperên tora civakî belva kiriye pêşkêşî dadgehê kirin ku çawa gef li wan tê xwarin.
Doza Ehmed Bassam Zakî, ê ku di medyayê de wekî tacîzkerê Zanîngeha Emerîkî tê zanîn, ji ber dewlemendiya malbata wî û bandora bavê wî, yê ku di kampaniyên peywendiyê de xwedan wezîfeyeke payebilnd e li ser medyaya civakî gengeşiyek mezin çêkir.
Lê belê, ji ber daxwazên tevgerên jinan ji bo darizandina tewanbar û zexta mezin a medyaya civakî tewanbar hat cezakirin.
Ev buyer di Tîrmeha 2020’an de piştî ku hin zarokên keç çîrokên xwe li ser malperên tora civakî belav kirin ku tê de Ehmed Bassam Zekî tewanbar kirin dest pê kir.