Dadgeha dewleta mêr dîsa feraseta mêr parast
Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ku bi feraseta mêr tevdigere, notirvanê dewletê Ozcan Yildiz ê ku Rozerîn Yildiz bi çekê qetil kiriye û di rûniştinên dozê de got ‘ez dilsozê dewletê me’, parast.

Amed – Notirvan Ozcan Yildiz li Navçeya Hênê ya Amedê di 8’ê Hezîrana sala 2022’yan de Rozerîn Yildiz a ku xwest jê veqete, bi çekê birîndar kir. Rozerîna ku 23 meh di sekeratê de ma, jiyana xwe ji dest da. Rûniştina doza Notirvanê Dewletê Ozcan Yildiz, li 1’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê pêk hat. Ozcan Yildiz ê ku bi hinceta "bi zanebûn hewl daye hevjîna xwe bikuje” dihat darizandin, bi tevî parêzerê xwe beşdarî rûniştina dozê bû. Parêzera malbatê Dîcle Sumer û parêzerek ji Gerînendetiya Bajêr a Amedê ya Xizmetên Malbat û Civakî jî, beşdarî rûniştina dozê bûn.
Di destpêka rûniştina dozê de nasname hatin dûbarekirin û piştre dozger ceza xwest. Parêzer Dîcle Sumer jî li hember îdîayên ‘xwe kuştiye’ got ku ‘sedîsed kuştin e’ û xwest ku cezayê Ozcan Yildiz bi hinceta ‘navtêdana niheq’ neyê kêmkirin.
Parêzerê bersûc daxwaza serbestberdanê kir
Parêzerê bersûc Ozcan Yildiz jî îdîa kir ku bûyer ‘xwekuştin’ e. Parêzer xwest ku Ozcan an bê beraetkirin an jî bi tedbîrên kontrola edlî bê tehliyekirin. Piştre bersûc Ozcan Yildiz mafê axaftinê girt, îdîa kir ku bê sûc û guneh e û xwest ku derbarê wî de biryara beraetê bê dayîn.
Heyeta Dadgehê piştî axaftin û parastinan, biryara xwe aşkera kir. Heyeta dadgehê, bi hinceta ‘navtêdana niheq’ cezayê Ozcan Yildiz kêm kir û tenê 19 sal û 2 meh cezayê girtîgehê da wî.
Ozcan Yildiz di rûniştinên dozê de ji bo ku ji ceza xilas bibe, gotibû “ez dilsozê dewletê me” û îdîa kiribû ku malbata Rozerîn ‘endamên rêxistinê’ ne.