Dadgeha ku girîngî da gotinên kiryar wî tehliye kir

Parêzer Şîrvan Yakut got ku ew ê biryara tehliyeya Ahmet Bîtgîn ê ku xwest Dîlek Bîtgîn qetil bike û 7 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn îtiraz bikin, destnîşan kir ku dadgehê girîngî daye gotinên fail û polîtîkayên bêcezatiyê nayê qebûlkirin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Dîlek Bîtgîn ku li navçeya Bismila Amedê dijî, ji aliyê Ahmet Bîtgîn ê ku pê re zewicîbû ve tundiya sîstematîk didît. Di meha Mijdara sala 2021’ê de Ahmet Bîtgîn xwest wê bi çekê qetil bike. Dîlek Bîtgîn ji mirinê filitî, piştî bûyerê giliyê Ahmet Bîtgîn kir. Pêvajoya dozê di nava nediyariyê de tê meşandin, di danişîna biryarê de her dem Ahmet Bîtgîn êrişa ku kiribû înkar dikir, 7 sal ceza girt û hat tehliyekirin. Parêzer Şîrvan Yakut der barê pêvajoyê de nirxandin kir, bi gotina; “Biryar ne hiqûqî ye. Polîtîkayên bêcezatiyê nayên qebûlkirin.” Bertek nîşanî cezayê ku hatiye dayîn da.  

Ahmet Bîtgîn ê ku piştî êrişê hat girtin û ji sûcê ‘Bi qest teşebusa kuştinê’ tê darizandin diyar kir ku Dîlek Bîtgîn ‘întihar’ kiriye. Di rapora ku ji aliyê saziyên eleqeder ve hat amadekirin de, fikarên der barê guleya li bedenê ketiye û jê derketiye cih girt. Di danişîna dawî de 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê, bal kişand ser nakokiyên di navbera raporan de, tevî parêzeran, di dosyayê de biryar dan. Heyeta dadgehê ji sûcê ‘Bi qest birîndarkirin’ ceza da Ahmet Bîtgîn û biryara tehliyeyê eşkere kir.

‘Dadgeh bi biryara xwe ket nava nakokiyan’

Parêzer Şîrvan Yakut bal kişand ku ji roja destpêkê ya bûyerê ve xwestin bûyerê weke întihar qebûl bikin. Bi biryara dadgehê polîtîkaya bêcezatiyê careke din ketiye meriyetê û got: “Ne mumkun e were famkirin ku sûcdar di dosyayek wiha de bi sûcek hêsan ê bi zanabûn birîndarkirin were cezakirin. Bûyer ne întihar e, hewldana qetilkirinê ye. Îdianame der barê fail de bi ‘qesta teşebusa kuştinê kiriye’ were cezakirin hatibû amadekirin. Lê belê dadgehê bi biryara xwe re nîşan da ku girîngî nade rapora ATK’ê. Li vê derê ferq ew e ku sûcên sûcdar ên kirine, bi qesta birîndarkirinê kiriye parastina xwe kir. Bi cezayê hat dayîn re dadgeh bi biryara xwe re dikeve nakokiyan.”     

 ‘Nakokiyên di navbera raporan de nehat derbaskirin’

Şîrvan Yakut destnîşan kir ku tevî beyanên Dîlek Bîtgîn û gumanên di dosyayê de, biryara hatiye dayîn dê îtiraz bikin û got: “Di nîqaşên ketin û derketina guleyê de, rapora ku ji zanîngeha Dîcleyê hat girtin bi temamî xira bûye. Ev rapora ku xwe spartiye ATK’ê, ne tenê Dîlek, li ser bersûc jî xwe gihandin bermahiyên lêdanê. Dîlek li vê derê du hefteyan tedawî dît. Di muayeneyên hatin kirin de li birînê hate nêrin û ev rapor hat amadekirin. Raporê piştre şandin Stenbolê. Rapora ATK’ê raporek gelek ne diyar û bi nakok e. Bêyî ku ev nakokî were derbaskirin di dosyayê de biryar da.”

‘Bersûc di her danişînê de de rondik barand zarok kir hincet’

Şîrvan Yakut diyar kir ku hewl hatiye dayîn bi gotinên hestiyar û înkarê yên kiryar pêvajoyê bidin meşandin û wiha got: “Parastina bersûc a di vê pêvajoyê de, bi temamî înkarê bû. Careke din jî gelek eşkere bû ku zarok ji aliyê malbatê ve dihat beralîkirin. Bersûc di danişînan de her dem digot kes zarokên wan xwedî nake rondik dibarand. Dadgehê jî girîngî da van îfadeyan. Şert û mercên jiyana Dîlek hatin hedefgirtin. Dîlek di encama êrişa ku rastî hat de, em bihêlin zarokan, nikare jiyana xwe berdewam bike. Bersûc bi gotinên xwe gihîşt hedefa xwe û hat tehliyekirin.”

‘Ger Dîlek bimiriya wê ev dosya qet nehata vekirin’

Şîrvan Yakut di dawî de bal kişand ser polîtîkayên bêcezatiyê yên di van dosyayan de tên pêkanîn û wiha got: “Saxmayîna Dîlekê piştî wê êrişê de mûcîze ye. Ger Dîlekê jiyan xwe ji dest dabûya îro wê ev dosya jî nehata vekirin. Wê bi gotan întihar e ser bigirtana. Dîlek dijî û di her danişînê de tiştên jiyane tîne ziman. Di her danişînê de tevî vê dike û jiyana xwe berdewam dike jî polîtîkayên bêcezatiyê nayên qebûlkirin. Hê ewlehiya canî ya Dîlekê nîn e, ji ber ku di vê pêvajoyê de jî rû bi rûyî gelek gefan hat. Ev polîtîkayên bêcezatiyê dibin sedema zêdebûna tundî û qetilkirinê.”