Dadgeha Bilind biriyara vekişînê li gorî hiquqê dît
Dadgeha Bilind rawestindina biryara vekişandina Peymana Stenbolê red kir û da zanîn ku ev li gor hiqûqê ye.
Navenda Nûçeyan - Peymana Stenbolê di 20'ê Adarê de hatibû feskirin û di 1'ê Tîrmehê de jî hatibû rakirin. Jinan li dijî vê yekê bertek nîşan danbûn û ji aliyê gelek partiyên siyasî, rêxistinên civaka sîvil û rêxistinên hiqûqê serî li Dadgeha Bilind hatibû dayin ku feshkirina Peymana Stenbolê bê betalkirin.
Dadgeha Bilind rawestindina biryara serkomariyê red kir û da zanîn ku ev li gor hiqûqê ye. Daîreya 10'emîn a Dadgeha Bilind rawestandina biryara vekişandinê red kir.