Dadgeha Îranê ji bo têkoşer Mozhgan Keshavarz cezayê darvekirinê xwest
Di Adara sala 2022’an de çalakvana mafê jinan Mozhgan Keshavarz dîmenê hicaba xwe ji serê xwe kir parve kiribû û rûxmê ku bi kefalet hatibû berdan ve carê jî der barê vê de dozek nû hate vekirin ku daxwaza darvekirinê tê kirin.

Navenda Nûçeyan- Li Îranê serhildanên gel yên ku di 16’ê Îlona 2022’an de destpêkirî ket meha xwe ya pêncan û di vê serhildanê de zêdeyî 500 kes hatin qetilkirin, bi hezaran kes hatin binçavkirin û girtin, girtîgehên Îranê weke taxan bûn qadên têkoşînê û bi îşkence, nêzikatiyên xirab û tecawizê ji rojevê dernakeve. Herçendî bi helwestan hinek girtî bi kefalet hatibin berdan jî, lê belê bi sedemên cûda darvekirin berdewam dike.
Bi boneya 8’ê Adarê roja cîhanî ya jinan di dema ku bi matorê di 7’ê Adara 2022’an de gul di avêtin ji jinan re wê demê jinan hicaba xwe derxistin û dimen kêşan ji ber wê ser mala çalakvana mafê jinan Yasman Ariani de girtin û ew xistin binçavan û hate girtin, piştre ji ber nexweşiya xwe bi kefalet hate berdan. Hat diyarkirin ku der barê çalakvana mafê jinan û xwepêşanderan hîcaba bi zorê Mozhgan Keshavarz dozek nû hatiye vekirin.
Parêzerê Mozhgan Keshavarz, Mohammad Moghimi li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal daxuyaniyek da û wiha got: “Berî niha cezayê girtîgehê yê 23 sal û 6 meh lê hat birîn, çalakvana mafê jinan ji ber nexweşiyê û li muvekila min ya xwepêşandera hicaba bi zorê Mozhgan Keshavarz doz lê hate vekirin û ji ber sucê gendeliyên li welat tê sucdarkirin. Ev bûyer digihe heta cezayê mirinê.”