Dadgeh 24 sal ceza ji Melek Îpek dixwaze

Melek Îpek a mafê parastina xwe û zarokên xwe karaniye û tê darezanin rastî 24 sal ceza hat.

 
Entalya - Melek Îpek a dema xwe û zarokên xwe ji êrîşa Ramazan Îpek parast û Ramazan Îpek kuşt tê darezandin. Dozger îdeanameya Melekê amade kir û ji aliyê 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Antalyayê ve hat qebûlkirin. Di îdeanameyê de bi îdiaya “Bi zanebûn kuştiye” ji 18 heta 24 salan cezayê hepsê ji Melekê tê xwestin.