Cûreya nû ya Covid-19 yekem car li Îsraîlê hate dîtin

Li Îsraîlê cara ewil cûreya nû ya Kovîd-19ê "BA.2.86" hat tesbîtkirin. Hat diyarkirin ku cûreya nû ya ku li Îsraîlê hat tesbîtkirin li dinyayê bûyera 4’emîn e.

Navenda Nûçeyan- Rayedarên Navenda Tenduristiyê ya Tel Aviv Sourasky ya li Îsraîlê der barê cureya nû ya Kovîd-19ê "BA.2.86" de daxuyanî dan. Li gor nûçeya di çapemeniya Îsraîlê de hat diyarkirin ku cûreya nû ya ku li Îsraîlê hat tesbîtkirin piştî DYA, Îngilîstan û Danîmarkayê di dinyayê da 4’emîn weqaya ku tê dîtin.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) di 17ê Tebaxê de ragihandibû ku rewşa cûreya ku wek BA.2.86 hatibû ragihandin, ji ber hejmara zêde ya mutasyonên ku dihewîne wek "Variant di bin çavdêriyê" de hat nûkirin. Tê gotin ku bi hejmareke mezin a mutasyonên ku ji hêla cûreyê nû ve têne hilgirtin, dibe ku ew derziyan bêbandor bike, bi vî rengî WHO-yê bi fikar dike.