Cubeya reş ê ku hikûmet pê jin û zarokan dinixumîne: Diyanet

Diyaneta ku bi projeya ÇEDES'ê hat rojevê, bi kurs, kreş, dibistan, yurd û heta bi televîzyonên xwe bûye dewlet bi xwe. Jinên ku dixwazin vê cubeyê reş ku hikûmetê avêtiye ser civakê rabikin jî bi gotina 'em hene' têkoşîna xwe berdewam dikin.

SARYA DENÎZ

Navenda Nûçeyan- Di van salên dawî de li Tirkiyeyê muhafezekarî her ku diçe zêde dibe. AKP’a ku di serdema desthilatdariya xwe ya 21 salan de polîtîkayên xwe li ser jiyana jinan ava kir, bi alîkariya Diyanetê hewl dide 'rejîma xwe’ xurt bike. Pekan e ku mirov behsa bandora diyanetê di hemû warên jiyanê de, bi taybetî di warê siyasî, aborî, çand û perwerdeyê de bike. Tiştê ku derdikeve pêş, israr û îtaet e, bendewariya bi hizirkirin û baweriya bi 'plana çarenûsê' ya hatiye xêzkirin e.

Li Tirkiyeyê ji sala 2010’an vir ve bi hin rêziknameyan qada Serokatiya Karên Diyanetê hat berfirehkirin. Di van rêziknameyan de ji bilî îbadetxaneyan qadên xebatê yên serokatiyê hatin diyarkirin. Bi vî awayî Diyanet bû saziyeke ku ji berê aktîftir bû. Diyaneta ku îro di warê bikaranîna tiştên madî yên mezin berî manewî derdikeve pêşiya me, kurs, kreş, dibistan, wargeh, navendên malbatî, televîzyon, radyo, weşanxane, rêzikên fetwayê, nûnertiyên biyanî yên ku di siyaseta derve de kirine kesayetên bi bandor, derdikeve pêşberî me û personelên wê bi protokolên ku bi wezaretan re îmze kirine bûye dewlet bi xwe.

'Nifşa olperest û tolhildêr'

Serokatiya Karên Diyanetê bi projeya "Ez ji hawirdora xwe re hesas im, nirxên xwe diparêzim (ÇEDES)" ku herî dawî bi Wezareta Ciwan û Sporê re hat îmzekirin dîsa ket rojevê. Li Tirkiyeyê ji serdema serokwezîrtiya Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan û vir ve li ser eksenan daxuyaniyên 'nifşên dîndar û tolhildêr' ên di Kongreya Ciwanên AKP'ê de endezyariyeke civakî ya nû tê kirin. Di serî de vekirina Dibistanên Îmam Hatîp, dayîna dersên bijarte yên olî li ser saetên dersên olî, danîna memûrên olî li şûna mamosteyên rêberiyê di dibistanan de tenê çend gav in di pêşxistina vê endezyariyê de. Geşedanên dawî yên li dibistanan û wezîfedarên ku Diyanetê hema bibejê di hemû qadên giştî de kirine divê ji hev serbixwe neyên nirxandin.

Îtaet bike, bêdeng bimîne

Bi rastî wek me di serî de jî anî ziman, serlêdan ji aliyê Diyanetê ve cara ewil nayê rojevê. Jinên ku berê rastî tundiyê hatin, li stargehan man û serî li xetên tundiyê dan jî ji aliyê Diyanetê ve hatin wezîfedarkirin. Di mijara "têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan" de, ji aliyê Diyanetê ve waîz, mela û heta mamosteyên kursên Qur'anê hatin tayînkirin. Bi protokola ku di sala 2011'an de bi Wezareta Malbatê re hat îmzekirin, ji bo hişyarkirina civakê di têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de hevkariyên bi vî rengî hatin kirin. Diyanetê ji bo çareserkirina pirsgirêkên 'malbatê' 'buroyên rêberiya malbat û olî' ava kir. Bi vê protokolê re li dijî tundiyê perwerdeyên bi referansên olî dihatin plankirin lê di perwerdeyê de ji bilî îtaetê tiştekî din ji jinên serlêder re nehat dayîn. Weazên ku tê gotin wekhevî li dijî xwezayê ye, hevokên li ser berxwedan û bêdengiyê bûn mijara çapemeniyê. Li gorî daxuyaniyan tenê di sala 2018’an de hat gotin ku dema hat xwestin hejmara buroyên rênîşanderên olî û malbatî bên zêdekirin, di vê mijarê de 3 hezar pirtûk hatin çapkirin. Her wiha di vê çarçoveyê de ji 476 personelan re semînerên perwerdeyê hatin dayîn.

Malbat her dem hatin hedefgirtin

Rayedarên Diyanetê yên ku bi pêkanînên 'olî' yên jinan li paş dihêlin dest bi wezîfeya xwe kirin, li stargehan jî hatin wezîfedarkirin. Li malên ku jinên rastî tundiyê hatin, pêdiviyên jin û zarokan ên piştgiriya derûnî û hiqûqî hatin paşguhkirin. Dema ku dihat payîn ji bo bihêzkirina jinan gav bên avêtin, li vir jî ji bo parastina malbata 'muhafazakar' gav hatin avêtin. Gelek caran jinan vedigerandin malên wan û rastî tundiyê dihatin. Di 'semînerên perwerdeya beriya zewacê' de ku li hemû şaredariyan bi sazî bûn, peywirdarên olî behsa qanûna tundî û hevberdanê nekirin. Her dem armanc mezinkirina ferdên rejîmê ye û di nava sînorên wî de pênasekirina jinan.

Dîzaynkirina civakê

Îro ji bo diyanetê bi taybetî di warê perwerdeyê de hemû derfet tên seferberkirin û hewl dide hebûna xwe zêde bike, Wezareta Perwerdeya Neteweyî ya Tirkiyeyê ji bo kreş, dibistanên dayikê û karmend mûçeya têrker nade lê hemû derî ji bo diyanetê vedibin. Hejmara navendên 'perwerdeyê' yên ku Diyanetê bi hevkariya cemaetan vekiriye ne diyar e. Zextên hikûmetê li her qadê zêde dibin, li aliyê din cil û berg, kursên Qur'anê û avahiyên wargehan zêde dibin. Yurdên ku her cure tarîtî lê tê jiyîn, wê têrê nekin, niha li hemû saziyên perwerdeyê bi protokolan lêkolîn tên plankirin. Rejîma ku hewl dide malbat û civakê bi riya jinan dîzayn bike, ji destpêkê ve hewl dide vê yekê di saziyên perwerdeyê de pêk bîne.

Bersivê pirsan tune ye

Di protokola ÇEDES’ê de armanc ew e ku xwendekar bibin evîndarên zanistê, ji çandê re meraqdar û hestiyar; li gorî nirxên neteweyî, exlaqî, însanî, manewî û çandî werin mezinkirin. Bi vê projeyê re dê rayedarên olî di bin navê 'perwerdeya nirxan' de dersan bidin xwendekaran. Lê naveroka van dersan dê çawa be? Kî dê naveroka wan diyar bike? Bername dê çawa çêbibe? Bersivên van pirsan hê jî tune ne.

Di vê çarçoveyê de tê plankirin ku li dibistanan komele bên avakirin. Ev klûb dikarin li cihên din jî bixebitin. Li vir cihê meraqê ye ku cihên ne dibistan bin. Ji aliyê din ve ne tenê xwendekar dibin hedef; di heman demê de, karbidestên olî di nav wan de ne ku tên plankirin mehê carekê bi dayik û bavan re werin cem hev.

Cihê fikarê ye

Protokola ku di sala 2021'ê de hatiye îmzekirin, tenê dibistanên navîn û îmam hatîban digre nava xwe, xwendekarên dibistana seretayî jî di sala 2023'an de bi protokoleke zêde tevli perwerdeyê dibin. Di çalakiyên berê de lîstokên mizgeftê, pêşandan û fitara xwendekaran bi malbatên xwe re hebûn. Bûyer bi duayan bi dawî dibin. Hin lêkolînên li ser zarokan diyar dikin ku perwerdeya olî ya di temenek biçûk de tê dayîn, hêza zarokan a ji bo ramana serbixwe û rexnegir asteng dike. Lê belê, hinek hene ku bawer dikin perwerdeya olî divê bi sêloya '4 sal, 4 meh, 4 roj' dest pê bike. Tê gotin ku ew bi taybetî ji bo avakirina strukturên karakterê yên zarokên di navbera 0-7 salî de tê hilbijartin. Li Tirkiyeyê bi qasî milyonek mamoste li benda tayînkirinê ne, bandora van tayînkirinan hê jî ji aliyê perwerdekaran ve tê nîqaşkirin.

Jin hene!

Li Tirkiyeyê qeyranên li her qadê tên jiyîn tên paşguhkirin, civakeke ku serî li ber van qeyranan ditewîne û civakek bêdeng dimîne û ji hemû bûyeran re riza nîşan dide armanc dike. Ev pêngava dawî ya rejîma yek zilamî ku îtaetê ferz dike, ji pêvajoya bi mudaxeleya li jiyana jinan dest pê kiriye, serbixwe nayê dîtin. Helbet hinek kesên bi darê zorê yên rejîmê ku hewl dide jinan tepeser bike û niha jî destê xwe dirêjî zarokan dikin dibêjin “raweste.” Jinên ku li hemberî hêza hewl dide perdeya reş li her qadê biavêje têdikoşin hene. Jin hene ku dê pêşeroja zarokên xwe û pêşeroja xwe radestî vê rejîmê nekin. Jinên ku li dijî hikûmete bi çirandina cubeyê reş derketin ronahiyê, bi biryar in ku ji 'nirxên xwe' tawîz nedin, bibêjin 'em di nava wekheviyê de ne' û 'em hene.'