CSBR starta kampanya ‘Yek Roj, yek Têkoşîn’ da
Koalisyona Mafê Zayendî û Bedenî ya Civaka Misilmande (The Coalition for Sexual and Bodily Rights in Muslim Societies/CSBR) diyar kir ku ji sala 2009’an heta niha jin bi kampanya ‘Yek rojê yek têkoşîn’ tên hişyarî kirin.
Qahîre - Koalisyona Mafê Zayendî û Bedenî ya Civaka Misilman (The Coalition for Sexual and Bodily Rights in Muslim Societies/CSBR) ku ji sala 2009’an heta niha kampanya ya bi navê ‘Yek roj yek têkoşîn’ jin tên hişyarî kirin, îsal carek din sitarata vê kampanyayê da. Her sal di 9’ê Mijdarê de ev kampanya ji bo hîşyariya jinan tê destpêkirin û xebat tên meşandin.
Organîzatorên vê kampanyayê daneyên di nava kampanyayê de belav kirin û dan diyarkirin ku ji sedan 43’ê jinên ku bejdarî kampanyayê bûne ji ber neriyetiyên zayendî gilî dikin. Mêrên ku bejdar bûne jî ji sedan 31’an ji kêmaniyên zayendê gilî dikin. Di kampanyayê de gilîkirina ji zayendiyê ne tenê di aliyê fizîkî de, di aliyê hest, derunî û civakîbûna mirovan de digre dest û bandorê li ser faktorên civakîbûnê dikin.
Ne rihetbûna fizîkî çavkaniya xwe ji pirsgirêkên civakê digre
Organîzatorên Insyatîfê da diyarkirin ku Gelek caran di nava faktorên civakê de nexwestina têkiliya zayendî ji zayiftiya jinê tê. Bi giştî ji ber xirabûn yan jî pirsgirêkên tendirustiya fizîkî serlêdan tê kirin û di nava van de ya herî giring piştî welidinê bilindbûna tansiyonê yan jî bê duzeniya regilê ye. Di metna kampanyayê de pirsgirêkên fizîkî rê li ber pirsgirêkên civakê vedike.
Sendiroma tabûyên beriya regilê hîna nayê zanîn
Di berfirahiya metna kampanyayê de hat zanîn ku hîna regil bi jinan re hesta pisbûnê dide çêkirin û sendiruma beriya regilê ji aliyê jinan ve hina nayê zanîn û wê kampanya di derbarê vê mijarê de ji bo jinan hişyar bike xebatan bide meşandin.