‘CPT ji rewşa tendûristî ya Rêber Apo berpirsiyar e’

Melisa Tendirustî ya Kongra Star der barê rewşa tenduristî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de daxuyanî da û bang li dezgehên hiqûqî û tendûristî kir ku bi awayekî xurt helwestên xwe yên exlaqî û mirovî diyar bikin.

Qamişlo – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 25 sal in li girtîgeha Îmraliyê rastî tecrîdeke giran tê. Nêzî dû sal in tu agahiyên li ser rewşa wî ya tendûristî nayê dayîn û hevdîtina malbat û parêzeran li ser wî hatiye qutkitin. Meclîsa Tendirustî ya Kongra Star der barê rewşa tenduristî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî da.

Daxuyanî li stadyûma 12’ê Adarê ya bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriye bi beşdariya endamên saziyên tendûristî hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê Endama Meclisa Tendûristî ya Kongra Star Fatime Mihemed ve hate xwendin.

Banga têkoşîna li dijî tecrîdê

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Rêber Apo ji bo azadiya Gelê Kurd û aramiya Rojhilata Navîn û mirovahiyê li hember hêzên netewperest bi fikir û felsefeya xwe têkoşîneke bê navber dide meşandin. Ramanên Rêber Apo bersiva hemû kiryarên bê mafiyê ye. Girankirina tecrîdê tê wateya tecrîkirina mafê mirovahiyê. Hêzên serwer di ferqa vê rastiyê de ne ku ger ramanên Rêber Apo bi pergal bibe û netewa demokratîk di civakê de were rûnişkandin ev wê bibe dawiya serweriya wan li ser civakan û têkçûna zîhniyeta wan a faşîst.

Ji bo pergala netewa demokratîk li Kurdistanê belav nebe sîstema faşîst bi her awayî êrîşên li ser Rêber Apo û nirxên Gelê Kurd giran dike. Rêber Apo li Îmraliyê ji hemû mafên mirovî bê par hatiye hîştin.  Dewleta tirk û hêzên navnetewî ne li gor qanûnên tevdigerin, lê belê belê li gor siyaseta berjewendiyan qirkirina mirovan desthilatdariya xwe raber dike. Ji dîroka 25’ê Adarê sala 2021’an de û heya niha der barê tenduristiya Rêber Apo tu agahî ne hatine girtin, tenduristiya Rêber Apo di kîjan rewşê de ye ev nayê zanîn. Ji bo wê ji me tê xwestin em li dijî hemû cureyên tecrîdê têkoşna xwe bilind bikin.”

CPT ji rewşê berpirsiyar e

Di berdewamiya daxuyaniyê de nêzîkatiyên rêxistinên mirovî û ne bickirina erkê wan der barê rewşa Rêber Apo de hat şermezar kir û wiha hat gotin: “Rêxistinên mirovî û CPT li hember rewşa tecrîdê xwe berpirsyar nabînin û helwesteke cidî nîşan nade. CPT li gor konseya Ewrupa hin şopandinên xwe yên rotînî dide meşandin û raporan radestî dewleta tirk dike, tê de rewşa tenduristiya Rêber Apo nayê zanîn. Weke Meclisa Tendurstî ya Kongra Star ji ber van nêzîkatiyên ne hiqûqî li ser Rêber Apo em rêxistinên mafê mirovan û di serî de CPT şermezar dikin. Pêwîste CPT xalên peymana girtîgehan bipejirîne. Banga me ji sazî û dezgehên hiqûqî û tendûristî re heye ku bi awayekî xurt helwestên xwe yên exlaqî û mirovî bidin diyarkirin û li dijî pergala Îmralî nerazîbûnên xwe nîşan bide. “