CPJ: Hemû rojnemegeran berdin
CPJ’ê li dijî girtina rojnamegeran bi sûcê ‘Endamtiya rêxistinan’ helwesta xwe nîşan dan û bang kirin ku hemû rojnamegerên girtî werin berdan.
Navenda Nûçeyan- Ji aliyê Zafer Ergun Serdozgêriya Enqereyê ve îdianemaya der barê rêveberiya kar û barê nivîsê yê ajansa Mezopotamyayê Dîren Yûrtsever, nûçegihan Berîvan Altan, Ceylan Şahînlî, Denîz Nazlim, Selman Guzelyuz, Emrûllah Acar û nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren û Ozgur Deger ku girtî ne, nûçegihana MA’yê Zemo Aggoz û Mehmet Gunhan ku bi demekê wek stajyer li buroya MA’yê ya Enqereyê xebitî, amade kirî, hat qebûlkirin. Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) bi daxuyaniyekê li dijî girtina rojnamegeran bi sûcê ‘Endamtiya rêxistina terorê’ helwest nîşan dan.
‘Dest ji sûcdarkirina rojnamegeran berdin’
Dîrektorê Bernameyên CPJ’yê yên li New Yorkê Carlos Martînez de la Serna wiha got: “Ji aliyê rayedarên dewleta Tirk ve di demek nêz de 10 rojnameger ji ber sûcên terorê dixwazin rê li ber çapemeniya azad bigrin. Divê rayedar van sûcdarkirinan şûnde vekêşin û betal bikin, hemû rojnamegerên ji ber ku bi karê xwe rabûne û hatine girtin, serbest berdin û rojnamegeran hew bi terorîzmê sûcbar bikin.”
Nûçe di ideanameyê de bûn mijara sûc
Di çarçoveya lêpirsîna der barê rojnamegeran de tê kirin, beşek mezin ya îdianemayê ku piştî 3 meh û nîvan temam bû. Ji 149 nûçeyên ku di ajansa Mezopotamya de hatine weşandin pêktê, dozger ji derveyî nûçeyan, weke delîl îfadeya ku ji rojnamegeran girtî, di encama lêgerînê dest danîn li ser meteryalên dijîtal qeydên HTS nîşan dan.
CPJ eşkere kir ku ji bo wergirtina şîroveyê têkildarê rewşa heyî, e- posta ji Serdozgêriya Komarê ya Enqereyê û Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê re şandine, lê bersiva wê nehatiye dayîn.