Cotkarên Meksîkî peykerek jinan ê 570 salî ditin
Cotkarên perava Meksika dema bexçayê narinciyan di kolan, peykerê jinek balkêş ku 1,8 metre direj dîtin.
Navenda Nûçeyan – Rojek asayî ya cotkarên li perava Meksîkayê ku baxçeyê Narinciyan di kolan, di dema kolandinê de, cotkaran peykerê jinek balkêş ya 1.8 metre dirêj ji xudawendekê zêdetir dişibe jinek bijare yan jî temsîla têkel a herdû aliyan dike.
Enstîtuya Neteweyî ya Antropolojî û Enstîtuya Dîrokê ragihand ku ev cara yekeme peykerekî wisa li deverek wekî Huasteca tê zanîn hat dîtin. Enstîtuyê destnîşan kir ku peykerê jin ê xwedî şiklek cuda ya porê ye û destnişan kirin di şeklê li ser peykerê da diyar dikin ku ew xwadî diroka 1450-1521 salan e. Her çend qada kolandinê nêzîkî sedema İspanya ya El Tajin xirebeya El Tajín e, Peyker hinek bandora Aztekî nîşan dide.
Gava cotkarên baxçe di kolan peyker dîtin, yekser rayedar agahdar kirin. Li gorî hinekan, devera peyker lê ye ne qadeke kolandina arkeolojîk e, dibe ku peykerê kevirî ji deverek din hatibe bar kirin e.
Sira xwe veşart
Ew Peykerê xwedî devek vekirî û çavên mezin, ne diyare ku kê ifade dike. Arkeologa Enstîtuyê María Eugenia Maldonado Vite da diyar kirin “Ji sekin cil û bergê wê diyare ji xwedewend zedêtir weke serwerekê ye. Profesorê antropojiyê Susan Gillespie, profesora antropolojiyê ya Zanîngeha Florida, peyker wiha şîrove dike: “Li ser peyker wêneyên jinên elît ên serdema ispanya û li deverên din jinê serwer û hilbijarti heye." Belgeyên Aztek qala serdema bindesti ya jinên serwer, an jî qet nebe yên ku Tac dikirin serê xwe bûn. Ji ber vê yekê ev ne ecêb e. Gillespie zêde dike û dibêje. “Jin di destpêka serdema Hispanikê de pir qiymet bûn, pîştî fetihkirinê ev nirxê xwe bi pilêyeki mezin windakirin.”
Qraliçeya Sor jî ne hat tesbit kirin
Di Sala 1994'an de, li herema xerabeya Maya ya Palenque yê, arkelogan gora jina bi navê qraliçeya sor ya ji ber pigmentên sor tê bi navkirin hat dîtin. Lê belê, tu caran ne hatiye diyar kirin ku jina gora wê P.Z di navbera 600-700 de çêkirine, nayê zanîn ku serwera Palenque ye yan ne.