Cotkarên jin ên li Urdunê rojê 11 saetan bê sîgorte dixebitin

Jinên ku li Urdunê di sektora çandiniyê de dixebitin, diyar kirin ku ew neçar dimînin rojê 11 saetan bê sîgorte bixebitin û ji mêran kêmtir mûçe distînin. Jinan xwest şert û mercên wan ên xebatê werin sererastkirin.

Amman – Jinên Ammanê yên piranî di sektora çandiniyê de cih digrin, rojê 11 saetan bê sîgorte tên xebitandin û ji mêran kêmtir mûçe distînin. Jinên ku ji ber rewşa bê ewle hin caran rastî tacîz û êrîşan jî tên, dixwazin şert û mercên wan ên xebatê bên sererastkirin. Jinên xebatkar û Seroka Komeleya El-Shamaa Refaha Malbatê ya Geliyê Urdunê ya Bakur Dhabia Al-Ghazzawî ji ajansa me re axivîn.

'Ewlehiya wan a tenduristiyê nîn e'

Dhabia Al-Ghazzawî diyar kir ku herêm bi şêwaza jiyana gundewarî û bajarvaniyê ve girêdayî ye û nifûs bi giranî girêdayî çandiniyê ye, destnîşan kir ku jinên di sektora çandiniyê de dixebitin bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Dhabia Al-Ghazzawî da zanîn ku şert û mercên hewaya germ bi taybetî di havînê de bi bandor e û wiha got: “Li vir pir germ dibe hewa. Ji ber germaniyê çermê mirov dişewete li ser çerm şewandin çêdibe. Ji bilî vê ewlehiya wan a tenduristiyê jî nîn e û em nikarin li qadê qala jîngehek bi ewle bikin."

'Bûyerên tacîza zayendî diqewimin’

Dhabia Al-Ghazzawî bal kişand ku gelek jin di warê çandiniyê de rastî tacîz û destdirêjiyên zayendî yên mêran tên û wiha got: “Her wiha keçên ji 15 salî biçûktir di çandiniyê de dixebitin. Bi gelemperî di rewşên tacîzê de bêdeng dimînin. Ji ber ku fikara gel ji wan bawer neke û careke din neyên xebitandin heye. Ji ber ku ditirsin nikarin sûcdarên êrîşa zayendî eşkere bikin. Bi vî rengî, tacîz berdewam dike."

Dhabia Al-Ghazzawî bi bîr xist ku endamek Komeleya Alîkariya Malbatên El-Şemaa ya Yekitiya Qalîteya Cotkarên Jin e û got ku armanca wan ew e pirsgirêkên jinên ku di zeviyên çandiniyê de dixebitin çareser bikin.

'Em ji mêran kêmtir pere distînin'

Yek ji jinên cotkar Nisreen Al-Ghazzawî jî diyar kir ku ew beranberê keda xwe nagirin. Nisreen Al-Ghazzawî teqez kir ku her 4 saetan pereyê 5 dînar zêdetir nastînin û wiha got: “Piştî ku ji kar vedigerin em bi pereyên ku distînin nan û hinek pêdiviyên xwe dikirin. Em neçar dimînin heman rojê vî pereyê xerc bikin. Em jin di çandiniyê de pir kedê didin lê ji mêran kêmtir pere distînin û berdêla keda xwe qet nabînin.”

'Em bê sîgorte tên xebitandin'

Cotkar Hanan Tweisat diyar kir ku ew bê sîgorte tên xebitandin, da zanîn ku neçar dimînin di şert û mercên zehmet û xerab de bixebitin. Hanan Tweisat wiha axivî: “Em heqê keda xwe nagirin, em bi mûçeyên kêm tên xebitandin. J, serê sibê saet di 05:00 de dest bi kar dikin û êvarê saet di 16:00 de diqedînin. Em rojê 11 saetan dixebitin. Di mehên havînê de xebat pir zehmet e û em heqê keda xwe nagirin.”

'Gelek kes di dema xebatê de jiyana xwe ji dest didin'

Ghadir Abdel Rahman jî da zanîn ku li dijî jinên ku hewl didin debara xwe bikin her dem cudakariyê tê kirin û keda wan tê xwarin. Ghadir Abdel Rahman wiha got: “Jinên cotkar ji bilî di hewaya germ de dixebitin, ji ber şert û mercên aborî yên dijwar jî rastî gelek zehmetiyan tên. Gelek kes di havînê de dema dixebitin, ji ber germê jiyana xwe ji dest didin. Ewlehiya tenduristî ya jinan nîn e, dema nexweş dibin nikarin bên dermankirin jî.”

'Em armanc dikin ku bi projeyan hişyariyê ava bikin’

Dîrektora Bernameyên Enstîtuya Hevgirtina Jinan Rana Ebû Al-Sondos diyar kir ku ji bo bihêzkirina jinên Urdunî ya di jiyana kar de wan hin projeyên biçûk pêk anîne. Rana Abû El-Sondos wiha axivî: “Em bi hevkariya Enstîtuya Tadamûn ji bo jinan hinek kar dikin. Mînak wekî bihêzkirina aborî, pêşxistina zanîn û jêhatîbûnê, pirsgirêkên qanûnî, hawirdora bi ewle… Di vê wateyê de, em armanc dikin bi projeya Sanabel hişyariyê ava bikin.”