Ciwanên Sûdanê ji bo rawestandina şer di nava hewildanan de ne

Li Sûdanê ciwan ji bo bi dawîkirina şer û avakirina Vegera Sivîl ya Demokratîk li ser Tora Ciwanan xwe rêxistin dikin û ji bo rawestandina şerê li Sûdanê ku ev salake dom dike têkoşînê dikin.

MEYSAA EL QADÎ

Sûdan – Ji derveyî krîza aborî û siyasî ya li Sûdanê, di 15'ê Nîsan a 2023'an de di navbera artêşa di bin serokatiya Serokê Meclîsa Serweriyê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de şerê navxweyî derketibû. Ev şerê navxweyî yê li Sûdanê herî zêde bandorê li jin û ciwanan dike. Vî şerî zêdetirî 25 mîlyon mirov kişandiye nav krîzek mezin a jiyanê. Jin û ciwan herî zêde dixwazin ev rewş bê guhertin.

Xeyal û hêviyên ciwanan di bin siya şer de dişkê. Ji bo rawestandina vê rewşê tevgerên ciwanan çalakî li dar xistin.

Ciwanan, Bakûrê Efrîka û Rojhilata Navîn di nav de li gelek welatan endamên wan hene, Tora Ciwanan ya Bi dawîkirina şer û avakirina vegera sivîl ya Demokratîk ava kirin. Tor di sala 2023’an de ji bo ciwan sûd bidin bi dawîkirina şer weke platformek ku bikarin xwe rêxistin bikin hat avakirin.

‘Endamên torê ji beşên cuda yê Sûdanê ne’

Endama Tora Bidawîkirina Şer, bizîjk û ​​di heman demê de endama ofîsa lêkolînê ya li Naîrobiyê Fatma Ehmed, bal kişand ser travmayên ku şer di civakê de bi taybet di jin û ciwanan avakiriye û wiha got: “Di sala 2023’ an de komek ji ciwanan torek ava kirin. Ciwan bi riya wê torê ji bi bidawîkirina şer dikarin xwe bi rêxistin bikin. Niha beşên we torê gelek in, li Sûdan, Yogenda Isyûbya, Tşad, Başûrê Sûdanê û Misrê jî heye. Endamên toreyê ji beşên cuda yê Sûdanê ne û xwedî zanabûna aborî civakî çandî û siyasî ne.”

‘Ciwan li dijî şer in’

Fatma Ehmed diyar kir ku ji armancên herî berbiçav ên vê toreyê xurt kirina rola ciwanan di bi dawîkirina şer de her wiha hewildana avabûna demokrasiyê ye û wiha dom kir: “Tora me di aliyê siyasî de ne girêdayî tu partiyane, xala ciwanan ya hevpar jî li dijî şerin. Li welatên ku şer lê tê jiyîn ji bo zextê li desthilatê bikin rêxistinkirina hevpar esas digrin. Di nava tore de zêdetirî 200 endamên wê hene, di nav wan de jî yên çalak û bi bandor û endamên komîteyên berxwedanê civaka sivîl û ciwanên ji partiyên siyasî rojnamevan parêzer û parêzvanên mafên mirovan hene."

‘Torê ji bo bidawîkirina şer dayalogek li darxist’

Fatma Ehmed derbarê çalakiyên tora xwe de wiha got: “Pêngava ‘rawestînin’ û pêngava "Qasî ku wenda kiriye, me winda kir’ pêngavên destpêkê yê torê bûn. Encamên van pêngavan di kongreya li Entebbi û Ugandayê di Adara borî de hate nîqaşkirin. Piştî konfaransê tor ji bo têkoşîna li dijî xelayê pêngava ‘jibo rizgarkirina ruhekê, borandinek’ dest pê kir. Tor li Nairobî rêze ‘dengên guherînê’ li darxist. Tor piştre kampanya ‘Sûdanê aştiyê heq dike’ ku ji dîmenê kurt yên xeyal û hêviyên Sûdaniyan digre nava xwe pêktê destpê kir. Torê di heman demê de bi dirûşmeya ‘Ji aştiyê re erê, ji şer re na’ ji bo bidawîkina şer kampanyaya mamostayên mezin destpêkir. Torê di roja Ciwanan ya Navnetewî de ji bi bidawîkirina şer û avakirina aştiyê û piştî şer di jinûve avakirina Sûdanê de rola dikeve ser milê wan çiye kampanyaya agirbestê destpê kir û ji bo li Sûdanê demildest agirbest were pêkanîn zext bikin bi riya platform X’ê diyalogeke li darxist.”   

‘Rola ciwanan di rawestandina şer de girîng e’

Fatma Ehmed da zanîn ku di roja aştiya cîhanê de kampanya ‘Ji aştiyê re erê, ji şer re na ‘ dane destpêkirin û wiha got: “Di demekê de ku herdû aliyên şer li hev nakin û li ser maseya goftugoyan lihevkirinên erênî çênabin rola ciwanan di rawestandina şer de girîng e. Divê ciwan di nav pêngav hewildan û pêşketinên rawestandina şer de cihê xwe bigrin. Torê bi riya kampanya ‘agirbestê’ hewl da têkiliya di navbera saziyên ciwan û rêxistinên civaka sivîl de ava bike û ev çeper di rewşa rawestandina pêvajoya muzakereryê de li ser civaka navnetewî jibo tişta ku dikeve ser civakê werin kirin, em bawerdikin ku wê bibin çavkaniyek giring ya zextê.”