Ciwanên Minbicê li hemberî êrîşên Tirkan xwepêşandan kirin
Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Minbicê li hemberî êrîşên dagirkeriya Tirkan rojane li ser Minbic û gundewarên wê pêktên xwepêşandan kirin
Minbic - Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger ên bajarê Minbicê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî êrîşên dagirkeriya Tirkan ên li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başurê Kurdistanê derketin xwepêşandanê û armancên xwe bi daxuyaniyekê bi rayagiştî re par kirin.
Daxuyaniya ciwanan wihaye: “Emê hemû êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daye destpêkirin şermezar dikin. Hemû rojan gundên derdora minbicê rastî êrîşan tên. Êrişên faşîzma Tirkan li ser gelê herêmê didome û wan ji warên wan koçber dike yek ji tawanên dij miroviye. Li Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê û gelek deverên dinê ev hovîtiya li ser welatiyên herêmê dide meşandin tê dîtin. Ji dema bajarê Minbicê ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk ve ji destê çeteyên DAIŞ’ê hatî rizgarkirin heta niha ji hêla dagîrkeriya Tirkan ve bi armanca ku wan bitirsînin û koçber bikin tê top baran kirin."
Em ê wekî Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger têkoşîna xwe berdewam bikin û rê nedin êrîşên dagirkeriyê. Heta ku ew ax û azadiya gelê me bikin hedef emê jî li hember bisekinin û desturê nedin tu cureyên êrîşan. Wekî Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger Minbicê û gundewarê wê biparêzin. Em ê bi hêzên xwe ya leşkerî re bibin yek û gelê xwe biparêzin."