Ciwanên Mertalên zindî li cihê ku hatine astengkirin daxuyanî dan
Ciwanên Başûrê Kurdistanê ku dixwestin biçin herêma Qendîlê û li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk çalakiya “Mertalên Zindî” bidin destpêkirin, hatin astengkirin. Ciwana li cihê ku hatine asteng kirin daxuyanî dan çapemeniyê.
Silêmanî - Tevgera Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê û Tevgera Jinên Ciwan ên Têkoşer, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ku li ser Başûrê Kurdistanê didomin, wê li Qendîlê çalakiya “Mertalên Zindî” bidaya destpêkirin, lê hatin astengkirin. Komên ciwanan serê sibehê berê xwe dan Qendîlê û gelek welatî jî bi armanca destekdayînê derketin rê. Ciwanên ketibûn ser rê li benda kontrole ya dawî ya li bajarokê Sengeserê hatin astengkirin. Tevî hemû hewldanan jî, rêya ciwanan nehat vekirin. Ciwanan li cihê ku hatine astengkirin daxuyaniya çapemeniyê dan.
Li ser navê ciwanan endamê ciwanên welatparêz ên Kurdistanê Karwan Gabar axivî û got: “Em weke ciwanên çalakvanên Başûrê Kurdsitanê, me xwest em biçin herêma Qendîl û helwesta xwe ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bidin nîşadan, lê belê em ji aliyê asayîşê vê rê li me hate girtin. Bêdengiya aliyan metirsiyek mezine li ser xaka me û divê aliyên siyasî helwesta xwe diyar bikin. Em li vê derê bang li hemû ciwanên çar parçeyê Kurdistanê dikin ku werin pasatina xaka xwe ya nîştîman bikin û bejdarî şerê azadiyê bibin.”
Li ser navê şandeya navdewletî ya Aştî û Azadî ji bo Kuridistanê ya ji Îtalyayê Cesika jî got: “Em ji 50 welatên cûda ji bo aştî û azadiyê hatine Kurdistanê, em hatine piştgiriya gelê Kurd bikin, dema ku em hatin hikumeta herêmê rê li karê me kirin û niha jî nahêlin em herîn Qendil. Em ji bo van akokiyên navxweyî gelek dilgiranîn û em dixwazin ev nakokiyane bi rêya diyaligê dawî lê were û rê li şerê birakujiyê were girtin. Ev nakokiyane xizmetê ji dewleta Tirk re dike û yê ziyanê bibîne cardin gelê Kurde.”