Ciwanên Kobanê li hemberî êrîşên ser Şengalê helwesta xwe nîşan dan

Ciwanên Kobanê li dijî êrîşên dewleta tirk li ser Şengalê hêrsa xwe nîşan dan û destnîşan kirin ku bê helweset mayîna hikûmeta Îraq û Başûrê Kurdisatnê encama wê li Şengalê derket.

Ciwanên Kobanê li dijî êrîşên dewleta tirk li ser Şengalê  hêrsa xwe nîşan dan û destnîşan kirin ku bê helweset mayîna hikûmeta Îraq û Başûrê Kurdisatnê encama wê li Şengalê derket.
Kobanê- Dewleta tirk bi balefirên bê mirov di 16`ê Tebaxê de navenda Şengalê bombebaran kir û di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û sê kes jî birîndar bûn. Her wiha di 17`ê tebaxê de bi heman rengî nexweşxaneya Şengalê bombebaran kir ku di encamê de birîndar û şehîd çêbûn. Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger ya herêma Firatê li dijî bombebarana dewleta tirk ya li ser Şengalê daxuyaniyeke devkî li navenda xwe dan çapemeniyê. Daxuyanî ji aliyê endamê rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger Mihemed Mehmûd ve hat dayîn.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin ziman:"Em weke ciwanên kantona Kobanê bejna xwe li ber tevahî cangoriyên azadiyê ditewînin û sersaxiyê ji malbatên wan re dixwezin. Dewleta tirk di êrîşên xwe yên li ser Garê, Avaşîn û Zapê de têkçû, ji ber vê êdî êrîşî bajaran kir. Dewleta tirk rêze êrîşên bi riya balefirên bê mirov li ser herêma Firatê pêk anî. Niha jî berê êrîşên xwe daye Şengalê, dewleta tirk di destpêkê de sivîl hedef girt û duh de  jî nexweşxaneya sivîlan bombebaran kir. Her wiha duh bi dijwarî gundewarên Zirgan, Til Temir û Girê Spî bombebaran kir ku di encamê de jin û zarokan jiyana xwe ji dest dan. Êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê ji hev ne qutin.
Em weke Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan êrîşên li ser Şengalê bi tundî şermezar dikin. Em ji bajarê Kobanê piştevaniya xwe ji bo gelê Şengalê nîşan didin. Em banga xwe bi taybet ji bo ciwanên Kurd û tevahî gelê Kurd dikin ku xwedî li Şengalê derkevin û helwesteke tund li hember faşîzma  dewleta tirk nîşan bidin. Em êdî banga xwe ji bo dewletên navnetewî nakin ji ber ku ew li hember tevahî kiryarên dewleta tirk bê bertekin." 
Daxuyanî bi siloganên "Bijî berxwedana Şengalê" û "şehîd namirin" bi dawî bû. 
Jinên ciwan ku beşdarî daxuyaniyê bibûn, bertek û hêrsa xwe li hember êrîşa li ser Şengalê ji ajansa me re anîn ziman.
"Gelo hedefgirtina nexweşxaneyên di kîjan zagonan de derbasdar e"
Hebûn Mihemed bal kişand ser hedefgirtina nexweşxaneyê û got: "Em êrîşên dewleta tirk şermezar dikin, ma qey ne bese ji dewleta tirk ku bi rihetiyeke mezin bajarên me bombebaran dikin û komkujiyan çêdike. Gelo di kîjan zagon û hevpeymanên navnetewî de tê qebûl kirin ku nexweşxane werin bombebaran kirin. Ji ber vê alî û kesên berpirsyar wê hesabekî giran ji bo van êrîşan bidin. Bi taybet jî Îraq û hikûmeta Başûrê Kurdistanê ku Şengal li ber wan tê bombebaran kirin û ew tu helwestê nîşan nadin."
"Mixabin û şerme ku herdû hikûmet xwedî li Şengalê derneketin" 
Her wiha jina ciwan Şîlan Miso jî wiha axivî: "Gelê Şengalê di 2014`an de fermaneke hovane jiyan kirin. Êzdiyan heta niha jî ew êş û azar ji bîr nekirine ku hîna çarenûsa bi sedan jin û zarokên wan ne diyare. Ji ber vê dema ku Şengal bi fermaneke nû re rû bi rû dimîne em gelekî pê dêşin. Şengal ji aliyê Erdîngarî ve girêdayî Îraqê ye, her wiha divê hikûmeta Başûrê Kurdistanê jî xwedî li Şengalê derkeve. Lê mixabin ku me xwedîderketinek nedîtin, berovajî bêdengiyeke mezin hat jiyan kirin. Ji xwe heger ew herdû hikûmet bê deng nemana, dewleta tirk jî êrîş nedikir."