Ciwanên Herêma Firatê ji bo hevdîtina bi Ocalan re pêk bê li qadan in
Ciwanên herêma Firatê bi dirûşma "Dem dema Azadiya Rêber Apo ye, teqez em ê bi serkevin" meşiyan û dê çalakiya wan sê rojan bidome.
Kobanê- Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo girtina agahiyên der barê tendirustiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan. Bi sedan ji şêniyên Kantona Kobanê li qada Jina Azad kom bûn û dest bi meşê kirin. Meş ber bi qada şehîd Egîd ve çû û li wir rawestiya. Çalakvanan posterên Abdullah Ocalan hilgirtibûn û dirûşmên "Bê serok jiyan nabe" berz kirin.
Ciwan ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyek rêz girtin.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Endama Yekitiya Jinên Ciwan Sultana Ebdo ve hat xwendin de wiha hat gotin: "Divê bê zanîn ku serok Apo xeta gelê Kurd a sor e. Bi taybetî wekî ciwan em daxwaz dikin ku agahiyên li ser çapameniya TC ya faşîst belav bûne werin zelalkirin. Agahiyên ku der heqê Rêber Apo de derketin, çavkaniya xwe ji tecrîda girankirî digrin. Em hebûna xwe di hebûna Rêber Apo de dibînin. Ji ber vê ji niha û zûtirîn demê de divê tecrîd were şikandin û azadiya Rêber Apo ya fîzîkî misoger bibe.
Em hemû qadan bikin qadên çalakî û serhildanê. Di her rewşeke cuda de dewleta Tirk a faşîst û hevkarên wê berpirysar in. Dema mijar Rêber Apo be, hebûna me mijara gotinê ye û ji ber vê ji her cure helwest rewa ye. Wekî ciwanên Rêber Apo, tu kes ji bilî wî nikare me bide sekinandin. Heta azadiya fizîkî ya Rêber Apo neyê misogerkirin, rawestan ji me re tune ye. Ji ber vê divê malbat û parêzerên Rêber Apo biçin Îmraliyê, şert û mercên hevdîtinê bên avakirin. Banga me li tevahî ciwanan heye ku qadên xwe bikin qadên serhildanê û têkoşîna bi destxistina azadiya fizîkî ya Rêber Apo."
Meş bi dirûşmên "Dem dema azadiya Rêber Apo ye", "Bê serok jiyana nabe" û "Bijî Rêberê gelan serok Apo" bi dawî bû.
Piştî daxuyaniyê ji bo mitînga sê rojan, li qada şehîd Egîd kon hat vedan.