Ciwanên herêma Firatê dest bi meşa dirêj kirin

Li dijî êrîş û gefên dewleta tirk yên li ser Kurdistanê, ciwanên herêma Firatê dest bi meşa du rojan kirin. Jinên Ciwan ên beşdarî meşê bûn gotin: “Emê asta berxwedanê bilind bikin, Kurdistanê rizgar bikin û dagirkeriyê têk bibin."

Kobanê- Yekîtiya Jinên Ciwan Tevgera û Ciwanên şoreşger ya herêma Firat di bin silogana "Emê di şopa heqîqetê de biserkevin, ne êrîşên ezmanî ne çekên kîmyewî, tû hêz nikare hembûna me tûne bike" dest bi meşa du rojan kirin. Di roja yekê ya meşê de bi sedan ciwanên herêma Firatê, endamên rêxstina Kongreya Star, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Meclîsa Malbatên Şehîd li gundê Têrî yê li Rojhilatê Kobanê kom bûn. Ciwanan alên Tevgera Ciwanan, Yekîtiya Jinên Ciwan, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankarta bi nivîsa "Berxwedanî navnîşana me ye, azadî mafê me ye û rewa daxwaza me ye" hildanbûn. Di destpêkê de daxuyanî di derbarê meşê û armanca wê de hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê endama Desteya Ciwan û Werzîşê Elî Ehmed Elî ve hat xwendin. 
Daxuyanî wiha ye: “Em weke gelê Kurd di serdemeke pir dijwar ya têkoşînê re derbas dibin. Di têkoşîna me ya hemdem ya çil salî de, berxwedanî û têkoşîna me îro xwe gihandiye lutkeye herî bilind. DI şexsa girêlayên qehreman de, çiyayên Kurdistanê bûne navenda berxwedan û têkoşîna me ya Kurdna. Em weke Tevgera Ciwanên şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan di serî de li dijî kiryarên dewleta tirk a dagirker û hevkarên wî hemû gelê xwe vedixwînin têkoşîna hevpar. Em heya dawî li gel berxwedaniya gêrîleyan xwe ne. Gêrîla rûmeta jiyana azad in û em weke ciwanên Kurd hebûna xwe deyndarê gêrîleyên qehreman dikin. Gêrîla parzvanên axa Kurdistanê ne  û em wekî ciwanên Kurd heta ku hebin wê tu carî agirê berxwedana çiyayên Kurdistanê venemire.” 
Pişt re meş bi diruşmên "Berxwedan Jiyan e" "Şehîd namirin", "gêrîla rûmet e" û "bê Serok jiyan nabe" bi rê ket. Jinên ciwan ku beşdarî meşê bibûn, helwest û nêrînên xwe ji ajansa me re parve kirin.
"Mafê dewelta tirk ê dagirkirina axa me tune ye"
Zelîxe Osman nêrîna xwe anî ziman û got: "Ji ber ku mafê dewleta tirk yê dagirkirina vê axê tune ye, ew tevlîhevî û nakokiyan di herêma me de çêdike. Her wiha çiyayên Kurdistanê, Rojava û Kobanê bombebaran dike. Li rex ev êrîşên leşkerî gelê me weke ajan bi kar tîne û wan bi pereyan dikre. Em rêbazê sîxorkirina gelê me bi tundî şermezar dikin.  Em ev gef û êrîşên dewleta tirk qebûl nakin û ji hêzên ku qaşo garantorê herêmê ne re dibêjin ku êdî baweriya me bi we tune. Em tenê bi şervan û gelê xwe ve girêdayî ne û emê bi berxwedaniya xwe serkeftinê misoger bikin."
"Emê asta berxwedanê bilind bikin"
Zozan Mislim jî wiha axivî: "Emê du rojan bê navber bimeşin da ku em ji dewleta tirk re diyar bikin wê tu carî êrîşên wan bi sernekevin. Em bang li tu dewletên navnetewî nakin ji ber ku ev heta vê kêliyê jî tu hesab ji Erdgoan nexwestin e û ew di sînorê wî de ranewestandin e. Lê em dibînin ku dewleta tirk ji bo bi kar anîna çekên kîmyawî çiraya kes girtiye ku bi rehetiyeke mezin şervanên Tevgera Azdiyê hedef digre. Heger dewleta tirk Rojhilatê Firatê dagir bike, emê heman rewşa li Efrîn, Serêkanî û Girê Spî jiyan bikin. Bi taybet jî weke jin, emê bi kiryarên dewelta tirk yên herî hov re rû bi rû bimînin. Ji ber vê em weke jin bi taybet, emê asta berxwedaniya bilind bikin."   
Weke hat payîn wê meş di roja yekê de li navçeya Şêranê raweste û siba jî ber bi Kobanê ve biçe û bi dawî bibe.