Ciwanên enternasyonalîst serdana Şengalê kirin

Delegasyoneke ciwanên enternasyonalîstên ji Ewropayê serdana Şengalê kirin û rewşa Şengal ji nêz ve şopandin. Delegasyon ji aliyê TAJÊ ve hat pêşvazîkirin.

Şengal-Bi boneya 10’emîn salvegera fermana ku hatiye ser civaka Êzidî, delegasyoneke ciwanên enternasyonalîstên ji Ewropayê hatin Şengalê. Koma enternasyonalîst di nava hefteyekê de serdana gelek malbatên Êzidî yên li Şengalê kirin û beşdarî çalakiyên ku hatine kirin bûn. Ji nêz ve rewşa Şengalê ya piştî fermanê û êrîşên dewleta Tirk yên bi hevkariya  PDK’ê şopandin

Delegasyon di serdana meclisa TAJÊ de ya li navçeya Sinûnê de bi germahî hatin pêşwazî kirin.