Ciwanên Efrînê li dijî êrîşa dewleta tirk a li ser Kobanê daxuyanî da

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên herêma Efrîn li dijî bombebarana dewleta tirk a ku di 25'ê kanûnê de li ser Kobanê hat kirin daxuyanî dan û ev êrîş şermezar kirin.

Şehba - Dewleta tirk di 25’ê kanûnê de bi balafireke bê mirov malek sivîlan li Kobanê bombebaran kir. Li dijî vê bombebaranê Tevgera ciwanên Şoreşger û Yekîtiya jinên Ciwan ên herêma Efrîn Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî dan û helwestên xwe li dijî êrîşên dagirkeriyê nîşan dan. Daxuyanî li wargeha Serdem a navçeya Ehdasa a kantona Şehbayê hat dayîn. Di daxuyaniyê de endamên tevgera ciwanan, Yekîtiya Êzîdiyan û Kongreya Star ên herêma Efrîn amade bûn. 
Daxuyaniya ku ji aliyê endama ciwanan a herêma Efrîn Ferîde Hec Ebdo ve hat xwendin wiha ye: “Dewleta tirk a dagirker bi salane êrîşî xaka Kurdistanê dike. Ax, xweza, çand û welatê me di qirkirinê re derbas dike. Ev nêzî heşt meh hene li Zap, Avaşîn û Metîna berxwedanek bê hempa li hember polîtîkeyên qirkirinê tê kirin, vê berxwedanê dewleta tirk a dagirker anî asta binkeftinê, ji bo ku karibe binkeftina xwe veşêre êrîşî Rojava û Şengalê dike. Bi hedefgirtina gelê welatparêz xwest îradeya gel tune bikin lê bersiva milet jî berxwedan bû. Herî dawî jî dewleta tirk êrîşî Kobanê kir û ev êrîş bi alîkariya hêzên navdewletî pêk hat. Kobanê ji bo parastina nirxên mirovahiyê bê teredud bi hezaran ciwanên xwe fedakir, niha jî  li hember bombebarana ku li Kobanê pêk tê mirovahî bêdenge. Di encama êrîşên ku pêk hat de şehîd û birîndar hene. Ev êrîş bi armanca şikandina hêza civakê hatiye pêkanîn. Li hember êrîşên dagirkeiryê bersiva ciwanan her tim berxwedan û tolhildan bû. Em wek Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên herêma Efrînê careke din bombebarana li ser Kobanê şermezar dikin. Banga me ji tevahî ciwanên azadîxwaz re ewe rabin ser piyan êdî dem dema tolhildanê ye.”
Daxuyanî bi diruşmeya”Bijî Berxwedana Kobanê” bi dawî bû.