Ciwanên cîhanê di atolyeyê de hatin ba hev

Di roja 2. a Konferansa Ciwanên Cîhanê de ciwanan atolyeya 'Bi Jin Jiyan Azadî Ber bi Şoreşa Jinê ve' hatin cem hev.

Navenda Nûçeyan - Konferansa Ciwanên Cîhanê ku li paytexta Fransa Parîsê tê lidarxistin, di roja xwe ya 2. de bi atolyeyan berdewam dike. Di roja 2. a Konferansa 3 rojan de, di atolyeya 'Bi Jin Jiyan Azadî re ber bi Şoreşa Jinê ve' nîqaş hatin kirin.

Jinên ciwan ên ku di beşa yekemîn a atolyeyê de pêşkêşî kirin, piştî nirxandinên li ser azadiya jinê kirin, Da zanîn ku ji bo civaka xwezayî li ser eksena jinê li cewhera xwe vegere, pêwîst e hişmendiya serdest a mêr were 'kuştin'.

Ciwanên beşdarî atolyeyê bûn, rol û mîsyonên mêran bi taybet di azadiya jinê de nirxandin. Jinên ciwan ên ji rêxistinên cuda beşdarî konferansê bûn jî diyar kirin ku ew ê fikra jiyana azad bipejirînin.

Di dema nîqaşên li ser pirsa “Em ê çawa ji nû ve jiyana azad ava bikin” dihatin kirin, di çarçoveya pêngava “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” de biryar li ser rêbazên hevpar hatin girtin.