Ciwanên beşdarî berxwedana Wanê bûne: Divê ev pergal biguhere

Jinên ciwan ên beşdarî nobeta li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bûne gotin “Em ji bo pêşeroja xwe hatin vê derê, divê ev pergal biguhere” û biryardariya xwe ya di berxwedanê de anîn ziman.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Wan – Piştî ku 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan hat birîn, li ber avahiya şaredariyê çalakiya nobetê destpê kir. Çalakiya nobet girtinê hê jî didome. Her roj bi hezaran gel beşdarî nobetê dibe, gel pêyamên berxwedanê dide. Gengaz e ku mirov li ber avahiya şaredariyê ji 7 heya 70 ji her emrê beşdarên nobetê bibîne. Lê berxwedan hê zêdetir bi pêşengiya ciwanan dimeşe.

‘Nikarin milyonan tune bihesibînin’

Besna Abî (24) yek ji jinan e ku ji roja destpêkê ve nobetê digire. Besna Abî dibêje “Em li dijî hewldanên desteserkirinê li vê derê ne” û tîne ziman ku berxwedana gelê Wanê mînak e. Besna Abî wiha got: “Li vê derê dixwazin vîna me desteser bikin. Em ji bo gelên xwe li vê derê ne. Par jî hewl dan vîna me desteser bikin lê bi ser neketin. Îro jî bi vê polîtîkayê dixwazin tola par hilînin. Nikarin vîna gel û vê birêxistinbûnê hezim bikin.”

Besna Abî anî ziman ku qeyûm gel ji xizmetê bê par hiştine û wiha pêl da axaftina xwe: “Kesek ku bê hiqûqiya qeyûman û polîtîkayên wan ên li bajaran nizanibe nîne. Qeyûm tenê talan e. Ger vê desteserkirinê pêk bînin emê li ber xwe bidin. 11 meh in hevşaredarên me li ser erka xwe ne. Em ji wan û ji xizmetên wan razî ne. Nikarin bi milyonan tune bihesibînin. Ya ku polîtîkayên qeyûman rawestîne Wan e.

‘Dê berxwedan bidome’

Semanur Tosun (22) a beşdarî nobetê bûye bang kir ku daxwaza ciwanan li ber çav bê girtin û bi vê awayê pêvajo bipêş de biçe. Semanur Tosun a got “Weke ciwan em qeyûman naxwazin” destnîşan kirin ku dê ciwan gavek jî ji berxwedanê paş de navêjin.

Mervenur Akar (19) jî yekem car di hilbijartinên herêmî yên 2024’an de deng da. Mervenur Akar anî ziman ku ew dengê xwe daye Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) û destnîşan kir ku roja hilbijartinê ji bo dengê wan neyê dizîn ew li ber sindoqan nobetê girtine û niha jî ji bo parastina vîna xwe tevli berxwedanê bûne.

‘Divê ev pergal biguhere’

Dîlan Can (21) jî da zanîn ku ew ji bo serî li feraseta AKP’ê netewîne beşdarî nobeta li ber şaredariyê bûye. Dîlan Can anî ziman ku ew ji xizmeta şaredariyên DEM Partî razî ye û got ku AKP’ê ji bo ciwanan pêşerojek ava nake. Dîlan Can got “Em ji bo xwe û ji bo pêşeroja xwe li vê derê ne. Divê ev pergal bê guhertin” û da zanîn ku ew ê rê nedin qeyûman.