Ciwanên bajarê Minbicê salvegera rizgarkirina bajêr pîroz kirin

Di 14'ê Tebaxê de bi sedan ciwanên Minbicê di pêncemîn salvegera rizgarkirina bajêrê Minbicê ji hovîtiya DAIŞ'ê de bi dirûşma "Bi berxwedana biratiya gelan, teror têk diçe û em ê terorê têk bibin" derketin qadan.

Di 14'ê Tebaxê de bi sedan ciwanên Minbicê di pêncemîn salvegera rizgarkirina bajêrê Minbicê ji hovîtiya  DAIŞ'ê de bi dirûşma "Bi berxwedana biratiya gelan, teror têk diçe û em ê terorê têk bibin" derketin qadan.
Minbic-  Bi boneya pêncemîn salvegera rizgarkirina bajarê minbicê k 15'ê Tebaxa 2016'an de pêk hat ciwanan pîrozbahî li dar xistin. Bajarê Minbicê ji aliyê DAIŞ'ê ve di destpêka 2014'an de hatibû dagirkirin û du salan di bin kontrola wan de mabû. Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê li bajarê Minbicê û gundewarê wê mîtîngek beşale organîze kir û bi sedan ciwanên Minbicê tevli vê meşê bûn.
Bi saya hêzên têkoşer Minbic azad bû
Her wiha di meşê de rêvebera Yekitiya Jinên Ciwan Sîdana Hannûş got: "Şêniyên bajarê Minbicê di dema ku bajar di bin kontrola DAIŞ'ê de bû êşên pir dijwar dîtin bi taybetî jî jinan gelek êş kişandin. Tu welatekî cîhanê nikaribû bi DAIŞ'ê re şer bike lê bi hêza şervanên herêmê yên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Yekîneyên Parastina Gel û Jin, hêza DAIŞ'ê têk birin û bi hêza wan azad dijîn." 
Sîdana Hannûş teqez kir ku 15'ê Tebaxê ji bo gelê Minbicê rojeke taybet e, ji ber ku her sal ji vê dîrokê hêzên wan nû dibin û motîvasyona rûbirûbûna neheqî û li dijî dagirkeran nû dikin.
Her wiha seroka ofîsa rêxistinê ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Asya El-Husên got: "Hemû gelên Minbicê bi tevahî pêkhateyên xwe beşdarî meşê bûn da ku bi bîranîna vê bûyerê kêfxweşiya xwe bidin nîşandan."
Soz dan şehîdan
Asya El-Hisên bal kişand ser rola çalak a ciwanan ji rizgarkirina bajar û vir ve û wiha got: "Koma ciwan di van pênc salên borî de bi organîzekirina xwe û gel, di hemî saziyên sivîl û leşkerî de rolek girîng lîstin û ev rola ku ciwanan lîstine weke serhildanê bû li hemberî tiştên ku DAIŞ, Artêşa Axad li ser ciwanan di dema kontrolkirina bajêr de, pêk dianî." 
Asya El-Hisên teqez kir ku serkeftin bi saya şehîdan û şervannên YPG'ê û YPJ'ê pêk hatiye û wiha got: "Ey şehîdên ku xwe feda kirin û bûn meşaleya azadî û serkeftinê! Em soz didin we ku em ê şopdarên şopa we bin da ku destkeftiyên we biparêzin."
Di heman demê de  Rêvebera Yekitiya Jinan, Samer El-Hazûrî got: "Em şehîdan bi vêxistina mûman bi bîr tînin. Bi saya şehîdan, em li bajarê xwe yê rizgarkirî dijîn û rêz û hurmeta me ya herî mezin ji wan re ye."