Ciwanên Şengalê li dijî êrişên dewleta Tirk meşiyan

Ciwanên Êzidî û Ereb ên Şengalê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk daketin qadan. Jinên ciwan ên beşdarî meşê bûn anîn ziman ku ew keda gelê Rojava ya ji bo xwe jibîr nakin û gotin: “Em bi gelê Rojava re ne.”

Şengal- Bi pêşengiya Yekîtiya Ciwanên Êzîdxanê, Yekîtiya Jinên Ciwan yên Êzidxanê û Meclîla Ciwanên Ereb ên Şengalê ciwan bi meşekê girseyî êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin. Meşa ku ciwanên Êzidî û Ereb beşdar bûn li navçeya Xanesorê ya Şengalê hat lidarxistin.

Meş ji seytereya asayişê ya Xanesorê ta bexçeyê Xanesroê bi dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Rojava’ dewam kir. Paşê li ser navê Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê endamê YCÊ Menaf Şengalî daxuyanî da.

‘Şervanên azadiyê serî natewînin’

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Dagirkerî û faşîzima tirk bi hemû hêza xwe êrîşî  gerîlayên azadiyê dikin, lê gerîlayên azadiyê teslîm nabin. Dagirkeriya tirk Êrîşî civakê dikin li Rojavayê kurdistanê, miletê rojava jî li hemberî wan êrîşan li ber xwe didin û serî natewînin. Di fermanê de gerîlayên Rêber Apo hatin û xwe di ber civaka Êzidî de feda kirin. Weke ciwanên Şengalê ji bo dayik û xwişkên xwe yê rojava, ji bo gelê rojava em ê canê xwe feda bikin.”

‘Li Şengalê Êzidî û Misilman bi hev re têdikoşin’

Di daxuyaniyê de wiha aht gotin: “Qaşo wê ji bo aşitiya di navbera Êzidî û Musilman de konferansekê li Elmanya li dar bixin. Lê belê em ji kesên ku wê konferansê lidar bixin re dibêjin. Îroj em weke civaka Êzidî û Musilman di şengal de bi hevre jiyan dikin. Destê me di destê hev de ye û em xwedî bawerî ne. Bi hevre em tekoşîna xwe dimeşînin. Em konferansa ku ji aliyê PDK’ê û Elmanya hatiye destpêkirin li ser xwe qebûl nakin.”

Di dawiyê de Menaf Şingalî berxwedana Rojavayê Kurdistanê silav kir û wiha got: “Em gelê rojava û gerîlayên azadiyê silav dikin û berxwedana wan pîroz dikin û em dibêjin ta dawî bi gelê rojava re ne.”

Daxwiyanî bi siloganên ‘Bijî Rêber APO’ bidawî bû.

‘Çi ji me bê xwestin em ê bikin’

Endama Yekîtiya Jinên Ciwan Kirîstîna Sîba ya beşdarî meşê bû da diyar kirin ku çi jî bibe wê piştgiriya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin û wiha got: “Weke ku tê  zanîn eve çend roj in êrîş li ser Rojava dijwar bûne. Ji bo ku em êrîşên li ser rojava vala derxînin me ev çalakî lidar xistiye. Em li dijî êrîşan e û weke ciwan çi ji me bê xwestin em ê ji bo Rojavayê Kurdistanê bikin.”

Sîham Ibrahîm jî da zanîn ku ew tu êrîşekî li ser Rojavayê Kurdistanê qebûl nakin û wiha got: “Em dewleta Tirk şermezar dikin û em naxwazin ku êrîşî rojavayê Kurdistanê bikin. Em dixwazin Rojavayê Kurdistanê wekî berê jiyana xwe di nava aramî û aşitiyê de derbas bikin. Em weke ciwanên Êzidî piştgiriya Rojavayê Kurdistanê dikin û ta dawiyê emê bi gelê Rojavayê Kurdistanê re bin.”

‘Em keda gelê Rojava jibîr nakin’

Ji kesên ku beşdarî çalakiyê bû Meha Mustefa jî j berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê silav kir û got: “Em dewleta Tirk Şermezar dikin û dibêjin bes e ji vî şerî re. Silavên me ji hemû gelê Rojava re heye ku di dema fermanê de ew li gel me bûn, em jî ta dawiyê li gel Rojava ne. Keda ku dan ji bo xilaskirina her keçek û jineke Êzidî tu carî nayê jibîr kirin.”