Ciwanên Şengalê ji bo bîranîna ciwan ên li Kobanê hatin qetilkirin kon vedan
Ciwan ên Şengalê li dijî êrişên dewleta Tirk a li ser ciwanên Kobanê ku di 25’ê Kanuna 2021’an de pêkhat û di êrîşê de 5 ciwan hatin qetilkirin kon vedan. Jinên ciwan ên di çalakiyê de cihê xwe girtin diyar kirin ku ew êrîşa li ser ciwanên Kobanê li ser xwe dibînin û ji bo bînranîna wan dest bi çalakiyê kirine.
Şengal – Bi pêşengiya Jinên Ciwan ên Şengalê û ciwanên Şengalê, ji bo bîranîna 5 ciwanên ku di encama êrişê hewayî yê dewleta Tirk de li Kobanê jiyana xwe ji dest dan li navenda Şengalê konê çalakiyê vedan. Çalakiya ciwanan a ku wê dû rojan dewam bike bi dayîna daxuyaniyê despê kir.
Di daxuyaniya ji aliyê Bêrîvan Kerîm ve hat xwendin ev tişt hat gotin: “25’ê Kanûnê li ser ciwanên Kobanê êrişek hovane pêk hat. Di vê êrişê de 5 ciwan şehît ketin. Di serî de em hevalên xwe yên ciwan Viyan, Nujiyan, Rojîn û hevalên din bibîrtînin û soz didin em ê tola wan li erdê nahêlin û soza mezinkirina têkoşîna wan didin. Dewleta Tirk a faşîst bi hemû cûreyên teknîkê êrişî şoreşa gelan dike û di nava şoreşan de jî jin û ciwanan armanc digrin. Di milekê de bi girtinê, di milê din de jî bi şehît xistinê dixwazin çavên ciwanan bitirsînin û bi tirsê dixwazin wan bixin bin xizmeta sistemê. Ji ber wê jî li ser wan qirkirinên fizîkî û çandî pêk tîne. Pêwiste dijmin vêya jî baş bizanibe ku em ciwanên Apoyî ne, ne bi girtinê ne jî bi kuştinê natirsin. Berovajî em bi wê hîn bêhtir bi hêrs û bi hêz dibin. Ji ber em bi şehîdên xwe bi rih dibin û dikevin ferqa mesultiyên xwe, ev yek jî di me de hîn bêhtir rêxistinbuyînê dide avakirin û çalakbûnê pêş dixe.
Ev êrişa dawî ya li ser Kobanê jî careke din hovitiya dijmin a li hemberî hêzên dînamik ên civakê dide diyarkirin. Civak bi pêşengên xwe li ser lingan dimîne, dijmin jî bi hedefgirtina pêşengan hewildide civakê hilweşe. Sedema ku dijmin ciwanan armanc digrin jî eve. Em jî weke jinên ciwan ên Êzidî bang li tevahî ciwanan dikin ku ji her demê bêhtir xwe rêxistin bikin û li hemberî êrişên dewleta Tirk ên ne mirovî bi erkên xwe yên demê rabin. Divê ne ji êrişan bitirsin, ew bibin tirsa dilê dijmin. Erka me ya tevahî ciwanan e ku em tola wan hevalên şehîd hilînin. Em jinên ciwan ên Êzidî jî em ê bi wê berpirsiyariyê di nava çalakiyan de bin û hêrsa xwe ya li hemberî dijmin bilintir bikin. Ev çalakiya kon jî wê bibe cihê şermezarkirina êrişên dewleta faşist.”
“Tekane rêya serkeftinê têkoşîne”
Di roja yekem a çalakiyê de endamên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) serdana çalakvanan kirin û piştgiriya xwe nişan dan. Endama Koordinasyona TAJÊ Niam Bedel girêdayî êrîşên dema dawî li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên kirin û tayîbetî hedefgirtina ciwanan axivî.
Nîam Bedel destnîşan kir ku ji ber ciwan hêza civakê ne tên hedefgirtin û axiftinên xwe wiha domand: “Em weke civaka Êzidî bi vê êrişê gelek êşiyan. Divê em vê yeke baş bizanin ku dijminên me yek in. Dijmin her tim ji hêza civakê ditirsin ji bo wê ye ku êrişê ciwanan dikin. Weke gel, em her tim bi ciwanên xwe re ne. Em tu carî bi van êrişan bêhêz nabin, berovajî em bi hêrstir dibin. Em ê jin wisan bikin ku ciwan di qada tekoşînê de bêhtir bihêz bibin. Ev lîstokek a dijmine ger karîn bi hovane êriş dikin û ciwanan şehît dixînin. Ger nekarin jî weke Başurê Kurdistanê û Şengalê ciwanan digirin bê sebeb. Em jin ciwan û tevahî gelên azadîxwaz divê têkoşîna xwe bihêztir bikin, ji ber ku rêya serketinê tekoşîn e.”
“Parazvanên civakê jin û ciwan in”
Macida Dexîl a ji bo piştevaniya ciwanan serdana kon kir jî çalakiya ciwana wiha nirxand: “Ciwanên me ev kon ji bo bîranîna şehîdên Kobanê vekirine. Em jî weke jinên Şengalê heya dawî li pişta ciwanên xwe ne, ji ber em dizanin dijmin êrişî fikrê pak ê gel û ciwanan dike. Heya dawiyê emê li peyî şopa şehîdên xwe bin.”
“Êrîşa li ser ciwanên Kobanê êrîşa li ser me ciwanên Şengalê ye”
Çalakvan a ciwan Nazdar Hecî jî di derbarê çalakiyê de nêrînên xwe anî ser ziman û got: “Me ji bo bîranina hevalên xwe yên li Kobanê şehîd ketin me ev çalekî li darxist. Weke ciwanên Şengalê em tu car li beramberî êriş û hovitiya dijmin narawestin emê her tim li ser piyan bin. Em weke ciwan vê êrişa li ser ciwanên Kobanê li ser xwe dibînin.”