Ciwanên Şengalê Ii ser çareserkirina pirsgirêkên xwe nîqaş kirin

Yekitiya Jinên Ciwan a Şengalê di bin dirûşma “Jin Jiyan Azadî Serbixwe azadî” de li Medreseya Sor a ku bi hezaran jinên Êzidî di fermana 74’ an lê dîl hatibun girtin, semînerek dan.

Şengal-Yekitiya Jinên Ciwan a Şengalê bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî Serbixwe azadî’ dest bi kar û xebatên xwe kir. Yek ji wan jî lidarxistina semînera der barê pirsgirêkên jinên ciwan ên Êzidî de ye. Jinên ciwan li Medreseya Sor a navenda bajarê Şengalê ku di fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de bi hezaran jinên Êzidî lê hatibûn dîlgirtin ji bo çareserkirina pisgirêkên jinên ciwan bi lidarxistina semînerê hatin ba hev.

Di semînerê de bi dehan jinên ciwan ên Şengalê tevî nûnerên jin ên Rêveberiya Xweser a Şengalê û TAJÊ amade bûn.

Semînerê bi deqeyek rêzgirtina ji bo ruhê cangoriyan dest pê kir. Semîner ji aliyê endamên rêveberiya jinên ciwan ên Şengalê Şîlan Şengalî û Avesta Êzidî ve hat birêvebirin.

‘Li ser jinan niha êrîşên piralî didin meşandin’

Di Semînerê de Şîlan Şengalî li ser xwerêxistinkirina jinên ciwan axivî û diyar kir ku di civakê de her dem jin ji aliyê zilamên desthilatdar ve rastî zextan hatine kirin lê niha dijmin jî bi şerê taybet û bi awayên cuda jinên rêxistinkirî hedef digre û wiha pêde çu: “Berê jinên ciwan di civakê de roleke wan tunebû, di civakê de her dem ferasta ku ‘heya keç nezewice serê malê rehet nabe’ hebû. Weke jinên ciwan em ketine wê zanistê ku encax em rêxistinkirî bin ji bo em bikaribin serî li dijî paşverûtiyan hildin.”

‘Jinên Ciwan divê biryarên xwe bidin’

Firdoz Avesta jî li kêleka pirsgirêkên ku jin rûbirûyê wê tên di heman demê de qala riyên çareseriyê kir û diyar kir ku divê weke jin em bi xwe bikaribin biryara xwe bidin û wiha domand: “Em tev rewşa jinên ciwan ên li kampên Başûrê Kurdistanê û yên Şengalê dibînin. Di heman demê em bêdengiya malbatan jî li hemberî rewşa jinan dibînin. Divê em van rewşan nepejirînin û jinên ciwan bi xwe ji xwe re rê bibînin em divê dema werin xebatên ciwanan bikin bizanibin ku em ê li dijî paşverûtiyan şer bikin û ji bo bigihîjin cewherê xwe yê rastî divê em xwe perwerde û bi rêxistin bikin. Ger me ev yek kir wê demê em ê bikaribin li hemberî her cure zext û zorê têbikoşin.”

‘Pêwîst e xebat berfirehtir bibin’

Di semînerê de her wiha hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Rîham Hesen jî amade bu Rîham Hesen diyar kir ku kombûna jinan a li vê dibistanê bi serê xwe bersiva tevahî êrîşan e û got: “Ji ber vê cihê ku keçên me lê hatin kuştin û dîlgirtin ev der e em qala pisgirêkên ku jin rûbirû dimînin dikin û li riyên çareseriyê digerin. Dive Jinên Ciwan kar û xebatên xwe mezintir bikin heya em tola tevahî keçên Êzidî ji dijmin bigrin.”

Semîner bi dirûşmên “Jin jiyan azadî” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.