Ciwanên Şehbayê li hemberî tecrîdê meşiyan

Tevgera Jinên Ciwan û Ciwanên Şoreşgerên Şehbayê ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin meşiyan.

Şehba - Tevgera jinên Ciwan û Ciwanên Şoreşger ên herêma Efrînê ya Bakûr û Rojhilata Sûriyeyê ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin meşiyan. Meşê bi dirûşmeya "Tolhildanê bilind bikin û Rêber Apo azad bikin" ji hola bazara gundê Babinês a navçeya Ehdas a Şehbayê despêkir heya lîstgeha navçeyê dom kir. Piştî deqeyeke rêzgirtinên daxuyaniya li ser navê Ciwanên Şoreşger ji aliyê Ferîde Hec Ebdo ve hate xwendin.
Ferîde da zanîn ewê ciwan li heberî tecrîdê bêdeng nemînin û wiha domand: "Dagirkerên welatê me Rêbertiye me dibin tecrîdekî giran de digire. Ji bo Rêbertî, tevgerê û gel ji hev qûtbikin bi her awayî êrîşên xwe berdewam dike. Nahêlin bi Rêber Apo re hevdîtin bê kirin. Ev bû 23 sal tecrîd û êşkenceyeke pir giran li ser Seroketî tê meşandin. Ev tiştê ku li ser Rêber Apo tê meşandin teştekî der miroviye. Li hemberî vê tecrîd û êşkencê Rêber Apo berxwedaniyeke pir mezin dide meşandin. Li hember hemû zoriyan gelê azadî xwaz ji têkoşîna xwe gav paş de navêje. Ji ber ku têkoşîna bi salan hatiye meşandin bi keda Rêber Apo û şehîdane. Heya ku em negihêjin azadiya Rêber Apo em dev ji vê dozê bernadin. Heya têkbirina dagirkerî û îxanetê em ê asta berxwedanê bilid bikin. Em weke tevgera Ciwanên Şoreşlger û jinên ciwan ji bo azadiya Rêber Apo ya fêzîkî em ê her tim li qadan bin. Em ê xwe li derdora Rêber Apo bikin xelekek ji agir.”
Ferîda bang li hemû ciwanên welatparêz yê ku dilê wan ji bo azadiyê lêdidin kir û got: “Divê ciwan hemû bi fedakariyeke mezin ji bo azadiya Rêber Apo xwedî helwest bin. Em weke ciwanên Apo yî heya rojek ji temenê me hebe deyîndarê Rêber Apo ne. Bi rihê hemleya ku me daye destpêkirin ya ‘werin cenga azadiyê’ em ê dagirkeriyê têk bibin û azdiya Rêber Apo misoger bikin. Bi berxwedaniya hêzên gerila yên li hember dagirkeriya bi çekên kîmyayî destanên dîrokî dinivisînin, emê jî ya dikeve ser milê me bi cîh bînin."
Meş bi dirûşmeya "Azadî ji bo Rêber Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.