Ciwanekî Mexribê dayika xwe qetil kir

Li Mexribê bûyereke hovane pêk hat. Ciwanekî Mexribê yê sih salî, piştî ku bi awayeke hovane dayika xwe kuşt serê wê ji bedena wê jêkir, girt destên xwe û li kolanan geriya.

Mexrib- Wekî gelek deverên cîhanê bûyereke hovane li Bajarê Dar EL-Ebeyda, di 4'ê Tebaxê de pêk hat. Xortekî dayika xwe kuşt û serê wê ji bedena wê jêkir, girt destên xwe û di nav gel de geriya. Bûyer li taxa Selam a bajarê Dar EL-Ebeyda li Navenda Rojavayê Mexribê pêk hat û kesên ku ev rewş dîtin şok derbas kirin û di heman demê de rayedarên ewlehiyê agahdar kirin ku sûcdar bigrin.
Li gorî daneyên ku ji şahidan hatin girtin, kujer serê dayika xwe dûre avêt cihekî vala û ji ber çavan winda bû. Polîsên Mexribê li ser cenaze lêkolîn kirin û derket holê ku cenazeyê jineke 60 salî ye û rakirin navenda tiba edlî. Her wiha polîsên Mexribê hê jî li kujer digerin ji bo wî bigrin û hesab jê bipirsin û sedema vê sûcê hovane derxin holê.
Heman çavkaniyan diyar kirin ku kujer berê ji sûcê terorê hatiye girtin û gotin ku ew nexweşê derûnî bû û li nexweşxaneyê dihat derman kirin. Ji van agahiyan diyar dibe ku nebaşiya rewşa wî bûye sedem ku vî sûcê hovane bike.