Ciwanan bi vekirina pankartê biriyara doza Pirsûsê şermezarkirin
Ciwanên SGDF'ê bi pankarta "20'ê Tîrmeha 2015 dê hesabê Pirsûsê bê pirsîn" biryara doza Pirsûsê şermezarkirin.
Enqere- Ciwanên endamên Federasyona Komeleyên Ciwan a Sosyalîst (SGDF) li dijî biryara derbarê doza Komkujiya Pirsûsê de hat dayin pankarta "20'ê Tîrmeha 2015 dê hesabê Pirsûsê bê pirsîn" vekirin û biryar şermezar kirin. Di doza Komkujiya Pirsûsê de cezayê muebbetê tenê ji bo Yakup Şahin ê girtî hat dayin. Loma ciwanan pankart bi ser pira li Kuçeya Yuzuncu Yil ya Navçeya Çankayayê ya Enqereyê ve darde kirin.
SGDF'ê li ser hesabê xwe yê medya yê got:"Em bang li her kesî dikin ku bi me re têkoşîna me mezin bikin û hesabên komkujiyan bipirsin. Heta em neqedin dê ev doz neqede."