Ciwan di rûniştina diyalogê de hatin ba hev

Jin û mêrên ciwan di rûniştina diyalogê ya ku li bajarê Taizê yê başûrê Yemenê hat lidarxistin de hatin ba hev. Di rûniştinê de ciwanan der barê girîngiya beşdariya ciwanan, pirsgirêka aştî û astengiyên li pêşiya civakê û riyên çareseriyê nîqaş kirin.

HALE HAŞADÎ

Yemen- Encumena bilind a ciwanên Yemenê bi boneya 12’ê Tebaxê, roja cîhanî ya ciwanan, li bajarê Taizê yê başûrê Yemenê, rûniştineke diyalogê bi navê “Li Yemenê aştî, aso û astengî” li dar xistin. Di rûniştinê de nêzî 20 jin û mêrên ciwan beşdar bûn, rola jinan bi awayekî berbiçav di guftûgoyan de derket pêş.

Rûniştina diyalogê ku duh hatibû lidarxistin, beşdariyek baş a jinên ciwan jê re çêbû. Ciwanan fikrên berhemdar ji bo bilindkirina rola aştiyê di civakê de anîn ziman. Guftûgoyê girîngiya beşdarîkirina jinan derxist holê û her wiha rola wan a di pêşxistina guftûgo û aştiyê de derket pêş.

Her wiha jinên ciwan der barê astengiyên ku li pêşiya wan, ji bo derbaskirina wan, bidestxistina aştiyê, riyên çareseriyê û bihêzkirina di aliyên cuda de nîqaş hatin kirin. Di guftûgoyan de hat diyarkirin ku divê hewldanên ciwan û jinan ji bo hevgirtin û piştgiriya di pirsgirêkên ciwanan de û rûbirûbuna astengiyên ku derdikevin pêşiya wan hebin.

‘Mafên jinan jî bi qasî yên mêr in’

Jina ciwan a bi navê Salî Nehanî ku beşdarî rûniştinê bûbû diyar kir ku divê civak jinan weke endamên sereke yên ku mafê wan heye beşdarî siyasetê bibin û fikrên xwe bînin ziman û wiha got: “Beşdariya jinan di biryarên ku di warê siyasî, çandî û civakî de tên girtin girîng e. Mafên jinan weke yên mêran heye. Ji ber wê divê piştgiriya beşdarîkirina biryardayînê bikin. Jin xwedî wê fikir û hêzê ne û divê biryar bidin. Ji ber ku ew bi hebûna xwe bandorê li ser jiyan û civakê dikin.”

‘Divê kar li ser beşdarkirina jinan di navenda biryardanê de bê kirin’

Ebîr Muhemed ku beşdarî rûniştina diyalogê bûye wiha behsa pirsgirêkên siyasî, civakî û aborî kir û got: “Divê dengê jinan bilind bibe û ji bo bi destxistina maf û armancên xwe, bingehê pêşerojek baştir û pêşxistina aştiyê li Yemen beşdarî çalakiyan bibin. Bihêzkirina jinê di aliyê siyasî de pêwîstî bi piştgiriya civakê di beşdarîkirina navendên biryardanê de heye.”

Ebîr Muhamed bal kişand ser girigiya beşdariya ciwanan di guftûgoyên derbarê pirsên aştî û astengiyên li pêşiya civakê û wiha got: “Bi beşdarbûna ciwanan di van diyalog û lêkolînan de ciwan dikarin zêdetir rola xwe bilîzin û bi heman awayî jin dikarin hêza xwe derbixin û bigihêjin armancên xwe.”