‘Ciwan di konferansê de li ser çarenûsa Rojhilata Navîn axivîn’

Rêveberiya Encumana Civaka Ermen a Sûrî û endama Komîteya Amadekar a Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn, Arev Qasabiyan teqez kir ku konferansa 4’emîn a Ciwanên Rojhilata Navîn hêz û yekitiya ciwanan ava kiriye.

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Di 8 û 9’ê Hezîranê de Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê bi dirûşma “Ciwan û avakirina pêşerojeke azad” hatibû lidarxistin. 23 tevger û rêxistinên ciwanan û nûnerên rêxistinên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bûbûn. Têkildarî konferansa ciwanan, nîqaşên ku di konferansê de hatin pêşxistin ji Rêveberiya Encumana Civaka Ermen a Sûrî û endama Komîteya Amedekar a Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn Arev Qasabiyan ji ajansa me re axivî.

‘Ciwan li hemberî hişmendiya kapîtalîzmê li hev kom bûn’

Arev Qasabiyan diyar kir ku konferans bi armanca avakirina yekitiya li hemberî zilm û koletiyê ye û wiha anî ziman: “Konferansa 4’emîn hêz, ruh û yekitiya ciwanan di Rojhilata Navîn de da avakirin. Ciwan hêza pêşeng a guhertina civakan in. Lewma dixwazin li hemberî hişmendiya kapîtalîzmê jiyana azad û wekhev ava bikin. Li ser vê bingehê hatin gel hev û pirsgirêkên bingehîn ku di Rojhilata Navîn de derketine nîqaş kirin da ku bigihîjin çareseriyê. Di konferansê de ji her welatî ciwan amade bûn, her yekê zilm, zehmetî û sîstema ku li ser ciwanan tê meşandin bi lêv kir û ji bo xwedîderketina li pêşerojê nîqaşên girîng ên guhertin û veguhertina hişmendiyê dan meşandin. Ya xweş û balkêş jî ew bû ku di navberê de ciwanan, dan û standinê bi hev re dikirin ku hev nas bikin. Hewl didan çand, kevneşopî û sîstemên rêxistinbûyîna ku her ciwanek di welatê xwe de bi çi rengî dide meşandin bizanibin.”

‘Yek ji xalên girîng ên konferansê zanîna rewşa jinan a li welatan bû’

Arev Qasabiyan bal kişand ser rewşa jinan a di welatên Rojhilata Navîn de û got: “Em derbasî sedsala 21’ê bûne êdî ciwan koletî û bindestiyê qebûl nakin. Di vê konferansê de me fam kir ku li welatên din  çi li ser ciwanan tê meşandin û me jî da diyarkirin ku çawa ciwan di Sûriyeyê de li hemberî şerê taybet, dagirkerî û rêbazên xerakirina civakê têdikoşin. Bi taybetî di aliyê jinan de me xwest bizanibin rewşa jinan a di welatên din çawa derbas dibe. Mînak, hat nîqaşkirin ku li Sûdanê jin bi asayî nikarin bijîn, li Iraqê jî mafê wan ê xwendinê kêm e. Ev ji bo me balkêş hat lewma ev konferans di demek girîng de hat lidarxistin ku em bikaribin yekitiyek li ser asta Rojhilata Navîn ava bikin û xwedî li jinan û civakê derkevin.”

‘Em ê bi heman hişmendiyê pirsgirêkên heyî çareser bikin’

Arev Qasabiyan di berdewama axaftina xwe de behsa komkujiyên bi serê gelê Ermen ve hatine, kir û got: “Di dîrokê de jinên Ermen xwedî avakirina çanda civaka Ermeniyan bûn lê di salên borî û yên dawî de civaka Ermen ji aliyê dewleta Osmanî û dewleta Tirk a dagirker ve rastî komkujiyan hat. Bi van komkujiyan civaka Ermen ji hev ket û dîrok, çand û nasnameya Ermenan hat windakirin. Êşa Ermenistanê û dagirkirina Qerebaxê komkujiyek nû ye û êşa 1915’an hat bibîrxistin. Jinên Ermen li kîjan welatî bin jî daxwaza azadiyê dikin û sîstema dewletê ya yekparêzî qebûl nakin. Ji ber ku ew sîstem maf û edalet nade civakê. Ji bo wê di vê konferansê de êşa her jinek ji her welatî hat nîqaşkirin û diyar bû ku sîstemên desthilatdar xwe li ser komkujî û jihevxistina civakê her wiha rijandina xwînê ava dikin. Lewma em weke jinên Ermen pir kêfxweş bûn ku di konferanseke bi vî rengî de amade bûn da ku bikaribin piştgiriya hev bikin û bi yek hişmendiyê pirsgirêkên xwe çareser bikin.”

‘Yekitiya ciwanên Rojhilata Navîn wê xilasiya ji komkujiyan be’

Arev Qasabiyan wiha axaftina xwe domand: “Di konferansê de hat bibîrxistin ku çawa jinên Êzidî rastî qetlîamê hatine û li Reqayê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatine firotin. Ger em vegerin dîrokê em ê bibînin jinên Ermen jî li Amedê hatin firotin ango komkujiyên ku bi serê gelan de pêk tên yek armanc û plana wan heye û dîrok xwe dubare dike. Çeteyên DAIŞ’ê jî bi wê zihniyetê xwedî bûn û hatin perwerdekirin, li ser gelê Aşûrî û Êzidî komkujî pêk anî. Lewma yekitiya ciwanan li ser asta Rojhilata Navîn wê xilasiya teqez be.”

‘Pergala neteweya demokratîk wê bibe pergaleke cîhanî’

Arev Qasabiyan destnîşan kir ku pergala neteweya demokratîk ji bo her kesê mînak hatiye destgirtin û wiha domand: “Di Şoreşa Rojava de ne tenê gelê Ermen her pêkhateyê xwe nas kir, şansek ji bo me hat pêşkêşkirin ku em xwedî li dîrok û civaka xwe derkevin. Sîstema Rêveberiya xweser sîstemek demokratîk e, hebûna her kesê diparêze. Ji bo wê yekê rastî êrişan tê. Em jî li hemberî êriş û dagirkeriyê têkoşîn û berxwedanek mezin didin meşandin, ji bo ku em hebûna xwe îsbat bikin û rê li komkujiyan bigrin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ciwanan di bin pergala neteweya demokratîk de xwe bi rêxistin kirine, me jî xwest em vê yekê bi her ciwanek di konferansê de bidin naskirin. Ji bo her kesê ev projeyeke serkeftî hat nîşandan. Her wiha ciwanan xwestin bêhtir em behsa projeyê bikin da ku jê sûdê bigrin û di welatên xwe de gavên pêşketî bavêjin. Ev proje wê bibe projeyeke cîhanî ku her netew hebûna xwe tê de mîsoger bike.”

Arev Qasabiyan axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo ku em bikaribin krîza li Rojhilata Navîn bi dawî bikin pêwîstî bi şerê fikrî heye. Divê em li hemberî hişmendiya baviksalarî têbikoşin. Ger em vê gavê bavêjin em ê xwe ji komkujiyên ku di dîrokê de li ser gelê me pêk hatine, biparêzin.”