Civîna şeşemîn a komîsyona meclîsê dest pê kir

Civîna şeşemîn Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrastiyê dest pê kir.

Enqere- Civîna vê hefteyê ya Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya ku ji bo çareseriya  pirsgirêka Kurd li meclîsê hatiye avakirin dest pê kir. Di civînê de ligel Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Erînç Sagkan dê li serokên baroyên Enqereyê ya Şaxa 2’yem, Çewlig, Amed, Xetay, Hejmara 2’yemîn a Stenbolê, Meletî, Mêrdîn, Mersîn, Wan û  Sêwazê were guhdarîkirin.

Lê baroyên Stenbol, Enqere û Îzmîrê yên ji aliyê hejmara endaman ve li Tirkiyeyê yên herî mezin in di civînê de cih negirtin.

Bi navbeynkariya Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê, hemû baro hatin vexwendin lê tevî vê jî biryar hat girtin ku tenê  serokên baroyên ku hatine diyarkirin tevlî civînê bibin.

Di civîna ku dê Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê Erînç Sagkan jî biaxive de dê têkildarî pêvajoya çareseriyê nirxandinên baroyan û pêşniyarên wan werin nîqaşkirin.

Di axaftina vebûnê ya civînê de Numan Kurtulmuş got; “Ji bo pêvajoyê hinek bingehên zagonî pêwist in.”