Civîna salane ya kongreya Star a Kantona Qamişlo hat lidarxistin
Civîna salane ya Kongreya Star a Kantona Qamişlo bi amadebûna hemû saziyên jin ên Rêveberiya Xweser û sivîl ku di bin sîwana Kongreya Star de kar dikin hat lidarxistin, pêre jî kar û xebatên salekê hat nirxandin.
Qamişlo – Li Rimêlan a bajarê Qamişlo – Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîna salane ya Kongreya Star a Kantona Qamişlo hat lidarxistin. Ji bo nîqaşkirina kar û xebatê jin ê salekê û dayîna biryar û plansaziya sala nû ya 2022’an nirxandinên giring hatin kirin. Civîn bi amadebûna xebatkarên Kongreya Star ên ji 9 navçe û 27 bajarok û gelek saziyên Rêveberiya Xweser û saziyên sivîl pêkhat. Derbarê civînê de rêvebera Kongreya Star a Kantona Qamişlo Ibtîsam El- Huseyn û Berdevka Kongreya Star a Kantona Qamişlo Şaha Xelîl axivîn.
Kar û xebatê salekê
Rêveberiya Kongreya Star a Kantona Qamişlo Ibtîsam El- Huseyn got: “Piştî lidarxistina konfransa me ya 8’emîn, xebata herî sereke me dayî pêşiya xwe hemleya ‘Dem dema azadiyê ye’ ya ji bo Rêber Apo bû. Me bi awayek serkeftî dema yekê ya hamleyê qedand êdî em derbasî merheleya duyem a hamleyê bûne. Her wiha vekirina perwerdeyên vekirî û girtî ji jin û mêran re ji bo rakirina zihniyeta baviksalarî hatin dayîn. Di heman demê de rizgarkirina jinan, rêxistinkirina civakê û li ser vî esasê kar dihat meşandin. Di vê salê de bi dehan perwerde ji bo jin û mêran hatin vekirin. Ya balkêş di vê salê de ew e ku hejmara tevlîbûna jinan a xebatan zêdetir dibe û baweriya wan bi vê Rêxistinê mezintir dibe.”
Nîqaşkirina xalên girîng û girtina nerînan
Şaha jî bal kişand ser xalên ku hatin nîqaşkirin û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Civîna me ya salane li beramberî hemû êrîş, tundî û astengiyên ku hatina jiyîn û derbaskirina wan hat lidarxistin. Sala me tijî tekoşîn bû ji bo tevgera jin û bi taybet ji bo Kongreya Star. Gelek xalên girîng hatin nîqaşkirin. Li ser vî esasî nerînên cuda hatin girtin ji bo çareserkirina van hemû pirsgirêkan.”