Civîna salane ya jinan li Kantona Kobanê hat lidarxistin

Civîna salane ya jinan li kantona Kobanê bi amadebûna hemû saziyên jinan ên Rêveberiya Xweser û sivîl hat lidarxistin. Jinên ku beşdarî civînê bûn wiha axivîn: "Bi bernameyeke dewlemend me civîna xwe li dar xist û wê bi bername û pêşniyarên dewlemend jî bi dawî bibe."

 
Kobanê-Di dawiya salê de hemû saziyên jinan civînên xwe yên salane li dar dixin. Ji bo nîqaşkirina kar û xebatên jinan ên salek û dayîna biryar û plansaziya sala nû ya 2022’an nirxandinên girîng di civîna Meclisa jinan a Encûmana Kantona Kobanê de hatin kirin. Civîn bi amadebûna xebatkarên meclisa jinan, navçeyan, jinên ji pêkhateyên ji bajarokê Sirînê, Kongreya Star û komîn û meclisan pêk hat. Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê, rapora meclisa jinan a kantona Kobanê ji aliyê Hevseroka Meclisa Kantona Kobanê Leyla Ehmed ve hat xwendin. Piştî xwendina raporê nîqaş li ser rewşa jinan a li kantonê hat kirin, paşê jî plansaziya sala nû hat derxistin. Pêşniyar û nêrîn der barê projeyên sala nû de wek vekirina perwerdeyan ji bo jinan, ajokarî, kar û xebat ji nû ve di ber çavan re dê bin derbaskirin.
Der barê lidarxistina civînê de jinên ku beşdarî civînê bûne ji ajansa me re axivîn.
"Wê ev civîn bibe bersiv ji hemû pirsgirêkan re"
Loceyîn Salim yek ji pêkhateyên Ereb e axaftina xwe de bal kişand ser kar û xebatên sala borî û pêşkentinên di vê salê de û wiha pêde çû: "Îro me civîna salane li dar xist, ji bo em kar û xebatên xwe yên sala par bidin ber çavan me hewce dît ku em civîna xwe li dar bixin. Di civînê de rewşa jinan, bi taybetî jinên Ereb ku çawa di kar û xebatê de xwe  bi awayekî serkeftî bidin meşandin. Di vê salê de hin xebatên erênî û neyînî çêbûn. Ruxmî şer û pevçûnên li herêmê jî dîsa jî me xebatên xwe dan meşandin. Li dijî hişmendiya zayendperest ku civaka Sirînê tê de dijî, gelek pirsgirêk deketin holê, lê bi riya civîn û guhertina vê hişmendiyê bi taybetî derbasbûna jinan ji perwerdeyan re gaveke erênî bû. Her wiha di vê salê de gelek jin rastî kuştin, xwekuştin û intîharê jî hatin. Ez yek ji endamên ku cihê xwe di nava komîteya intîharê de digrim. Her çiqas hewldanên me hebûn ku em vê intîharê yan jî mijara kuştin û xwekuştinê ji holê rakin jî hişmendiya civaka Kobanê li hemberî me dibû asteng. Ji bo em van pirsgirêkan çareser bikin, îro hemû jinan nêrîn û pêşniyarên zengîn di nava civînê de dan. Gelek projeyên me hene lê wê hin guhertin di nava civînê de bên çêkirin û bi xwe re encamên baş bînin."
"Li hemberî hişmendiya mêr-dewletê em têdikoşin"
Her wiha Xedîca Hemo Endama Komîteya Çandinî li bajarokê Sirînê axivî û destnîşan kir ku rewşa jinan ber bi serkeftinê ve diçe û wiha got: "Bi rastî dema mirov behsa rewşa jinan bike, helbet me gelek encam bi dest xistine, bi taybetî dema jin bi awayekî hevbeş di nava saziyan de bixebitin, ew bi xwe gaveke girînge ku jinên Sirînê di nava saziyên xweser û giştî de bixebitin. Ji ber ku hişmendiya mêrên Sirînê tu tişt nas neke, di dema pergala rejîma Baasê de û di dema çeteyên DAIŞ'ê de jin nikaribûn serê xwe di derî re dexin, jina ku serî li hemberî çeteyan hilda jî ne mumkun bû ku neyê qetilkirin. Lê niha em bala xwe bidin jinan û bi taybetî jinên Sirînê ku di nava çarşefa reş de dijîn dibînin ku ber bi azadiyê ve diçin. Ev bi xwe ji bo me gavake pîroz e ku em civaka xwe bi rêve dibin. Lê ji bo projeyên jinan em hinekî astengiyan dibînin, ji bo em projeyên din amade bikin divê em zêdetir bixebitin."