Civîna Kongreya Stra bi piroje û pilansaziyên dewlemend dawî bû

Jinên ku beşdarî civîna Kongreya Star ya herêma Firatê ya bi diruşma "Bi têkoşîna jina azad, em ê dagirkeriyê têk bibin û Rêber Apo azad bikin" bûn nêrîn xwe anîn ziman û gotin: "Ji bo xurtkirina xebat sala nû em ê têkoşîna xwe bilind bikin û li dijî her cure desthiladariyê têbikoşin."

 
Kobanê - Kongreya Star a herêma Firatê bi diruşma " Bi têkoşîna jina azad, em ê dagirkeriyê têk bibin û Rêber Apo azad bikin", civîna xwe ya salê li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido lidarxist. Di rapora salne de gelek piroj û pilansazî hatin pêşkêş kirin, di derbarê piroje û pilansaziyê de nirxandin hatin kirin. Piştî xwendina rapoar salê, ji aliyê Endama Koordenîsiyona Kongreya Star ya Rojava Rîhan Loqo ve rewşa siyasî hat nirxandin. 
"Pêdiviya Rojhilata Navîn bi aramiyê heye"
Rîhan di nava axaftina xwe de balkişand ser geşedanên dawiyê yê ku li herêmê tên qewmandin û wiha pêde çû: "Di serdema ku em tê re derbas dibin Rêber Apo wiha dibêje" Divê em dîrokê nas bikin" ji bo em xwe nas bikin û em li beramberî dîrokê çawa têkoşîn bikin, lêhurbûn li ser perwerde, şer, xebat û azadiya Rêber Apo. Bi derketina dewletên hegemonîk an go pergala desthiladar ya li beramberî xwaza û mirovan derketiye holê. Ev şer li ser tevahî gelan tê meşandin, li ser dîrok, hebûn, çand, ziman yê tevahî Rojhilata Navîn e. Bawerî û hezkirina ku me bi dest xistiye, em bala xwe pêdin roj bi roj ji tevahî cîhanê re dibe mînak. Ev berxwedaniya ku niha tê kirin, tenê armanc jê ewe ku em çawa di nava Rojhilata Navîn de aramî, aşitî û edaletê belav bikin, Rojhilata Navîn cihê aramî û aşitiyê ye. Her kes li ser axa Rojhilata Navîn şer û pevçûnan pêk tînin û navenda wê jî Kurdistane. Dewletên navdewletî dixwazin pilanên xwe li ser Rojhilata Navîn bidin pêkanîn. Beriya ku ev sed sal bi dawî bibe her kes ji bo xwe tevlîheviyan çêkirin û li gor berjiwendiyên xwe hevdîtinan pêk tînin."
"Dê asta xebatê hişmendiyê bide guhertin"
Rîhan bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî ji bo em xebateke rast û dirust bikin divê em xeta azadiyê nas bikin û li gor wê xebatên xwe pêk bînin û wiha dawî kir: "Li gor rewşa heyî ku em di demeke hesas û nazkir e derbas dibin, li herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyê-Rojava şerek heye û navenda wê jî Kobanê ye. Li dijî pergala dewleta tirk û heval bendên wê, jin xeta azadî hilbijartine. Li beramberî tundî û guhertina hişmendiya mêr-dewletê têkoşîn pêwîste. Ji bo em Kongera Star bi tevahî cîhanê bidin nas kirin, me gelek tişt dan, jinên têkoşer yê ku rêvebertiya civakan dike bigere heya jinên ku hîna jî li ser xet û pirojeya jin dimeşin. Mînakên wek Zehra, Yadê Eqîde, Barîn, Avîsta, Hevrîn Xelef û bi sedan jinên wek van ku dagirkerî qebûl nekirin û gihîştin asta şihadetê. Ruxmî êrîşên heyî li ser herêmê, heya astekê kar û xebat hat meşandin , hîna jî jin li dijî hişmendiya heyî kar û xebat di asta ku tê xwastin de dikin. Ji bo dawî li vê dagirkeriyê bê, tundî an go dawî li hişmendiya civakê bê, em ê xebatekî berfireh bidin destpêkirin û ji nûve dest bi dayina perwerdeyan bikin."
"Ev civîn wê bibe wesîleya azadiya Rêber Apo"
Endama Koordenîsiyona Kongreya Star ya herêma Firatê Macîde Hesun teqez kir ku bi darxistina vê civînê re wê encamên serkeftî derkevin holê û wiha bi lêv kir: "Em gihîştin dawiya salê û divyabû ku em civîna xwe ya salane li darbixin, ji bo kêmasiyên ku derketin holê em di vê civînê de binirxînin û nîqaş bikin. Civîn li ser asta herêma Firatiyê û hemû endam beşdar bûne. li rex vê yekê jî êrîş li ser pergala me heye, bi taybet jî li ser tevgerên jin. Jin ya ku civakê bi rêve dibe û perwerde dike, ji bo wê her roj tê kuştin û dibe armanca dagirkeriyê. Wek me jî di diruşma xwe de nivisiye ku em çawa li dijî vê dagirkeriya qirêj xebatên xwe bidin meşandin. Jinan bi rêxistin bikin, her wiha azadiya Rêber Apo misoger bikin. Di civînê de em ê nirxandin li ser hemû komîteyan bikin, bi taybet rewşa jin di nava komîteyan de bi çi rengiye û divê bi çi awayî be. Di heman demê de kêmasiyên heyî em çawa çareser bikin û pirojeyên xwe di nva civînê de pêşkêş bikin. Di vava civakê de jin rastî hemû cureyên tundiyê tê, ji bo em vê tundiyê ji holê rakin divê nîqaşên ber fireh bêne kirin. Taybet jinên ji pêkhateyên Ereb di zilm û zordariyê de derbas dibin, bi rêka vê civînê de divê em bighêjin encamekê ku çawa em hemû jinan ji hişmendiya heyî biparêzin."
"Pirojeyên me wê bi xebatên berfireh bighêje encamê" 
Her wiha Litfiya Mehmud Silêman Endama cîgir ya navçeya Şêran jî axivî û tesnîşan kir ku jin wê azadiya Rêber Apo misoger bikin û civakê ji şerê taybet hişyar bikin û wiha got: "Di asta salekê de gelek xebat hatin meşandin û bi taybet dû hemle hatin bi rêve birin. Gelek xebat di derbarê jinan de hat meşandin, lê dîsa jî em kêm man di milê rêxistina jinan de, her wiha ji bo azadiya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocelan de jî diva bû em hîn çalakiyên xortir bikin, di nava pirojeyên me de heye ku em cardin ji bo azadiya Rêberê xwe ji nûve dest bi hemleya "Dem dema azadiyê ye". Divê her kes xwe berpirsyar bibin ku çawa li gor perspektîfên Rêbertî xebat bikin. Ji her kesên azadî xwaz tê xwastin ku li dijî faşîzmê helwestên xwe nîşan bide, li rex vê yekê jî hişmenidya ku niha mêr li ser jinan didin ferzkirin û di encamê de jin dibin qurbanî. Lê mêr ne di wê ferqêdane ku hişmendiya dewletê li ser wan tê ferzkirin û ew jî hişmeniya xwe li ser jinan didin meşandin. Jin bi tena xwe nikare civakê sererast bike, divê herdû zayend bi hevdure vê hişmeniyê bidin guhertin û li şûna wê jiyaneke dure şer û tundiyê ava bikin."
Pilansazî:
Panênlên bi mijarên girêdayî azdiya jin û tundiya li ser jin, zanebûna zayendî li bajar û navçeyan bi hejmara 5 panêlan were li darxistin.
Perwerdeyên mêran werin berdewam kirin û nêziktirîn dem  de werin vekirin. 
Perwerdeya lêhurbûnê were vekirin. 
Vekirina kargeha vîna jin. 
Avakina komîteya koçberan
Aktîvkirina komîteya Dîplomasî
Divê çarçoveyê de jinên ku beşdarî civînê bûne ji ajansa mere axivîn.
Civîn bi pilansazî bi dawî bû.