Civîna Komîsyonê: Divê ‘Mafê Hêviyê’ bê pêkanîn
Di cîvîna komîsyonê ku guhdarî serokên berê yê meclîsê hatî kirin de bal kişandin ser ‘Mafê Hêviyê’ û diyarkirin ku divê ev maf were pêkanîn.

Enqere – Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê cara 7’emîn civiya. Di civînê de li serokên berê yên Meclîsê beşdarî civîna komîsyonê bûn. Serokê Meclîs Numan Kurtulmuş sipasiya serokên berê kir.
Nûman Kurtulmuş, got: “Îro dê 10 serokên Meclîsê bi me re bin. Ji ber pirsgirêkên tenduristiyê yên dijiyan, me 3 serokên Meclîsê venexwendin civînê. Di rûniştina yekemîn de em ê li 5 serokên Meclîsê guhdarî bikin. Li gorî qidemê, temen, tecrube û li gorî rêza serdema berê em ê mafê axaftinê bidin wan. Heke her yek ji wan bikarin di nava 20 deqeyan de nêrînên xwe bi me re parve bikin, dê ev gelek sûdewer be. Di rûniştina piştî nîvro de jî em ê li nêrînên 5 serokên Meclîsê yên din guhdar bikin.”
Di civîna komisyonê de li serokên Meclisê yên berê Hikmet Çetîn, Omer Îzgî, Bulent Arinç, Koksal Toptan, Mehmet Alî Şahîn, Cemîl Çîçek, Îsmet Yilmaz, Îsmaîl Kahraman, Bînalî Yildirim û Mûstafa Şentop hate guhdarîkirin.
Serokê berê yê Meclîsê Hikmet Çetîn, got: “Zehmet e ku di rewşa heyî de kesên çek bi kar anîn, yên mirov kuştin bên efûkirin.” Hikmet Çetîn, pêşniyar kir ku derdora 15-20 PKK’iyan bişînin welatên weke Swêd, Norweç, Danîmarka û welatên Efrîqaya Başûr û got: “Divê ev kes bizanin ku dema wexta wê hat dibe ku bên efûkirin. Lê di rewşa heyî de zehmet e.” Hikmet Çetîn, anî ziman ku ji bo di dema pêş de her kes vegera mala xwe, hewceye xebat bên kirin.
‘Hewcehî bi yasayan hebe dê bên derxistin’
Omer Îzgî jî ji bo sedemên esasî yên pirsgirêkê pêşniyar kir û got: “Kesên sûc kirine teqez dê cezayê xwe bikêşin.” Di berdewama axaftina xwe de Omer Îzgî ev tişt anî ziman: “Heke ji bo sererastkirinan hewcehî bi yasayan hebe dê bên derxistin. Heke pêwîstî bi guherandina destûra bingehîn hebe divê were guherandin. Tu tiştekî TBMM nikare bike nîne.
Hevşaredarên hatine girtin bi bîrxist
Bulent Arinç jî hevşaredar û parlamenterên girtî bi bîr xist û got ku gelê Kurd daxwaza hemwelatiya wekhev dike û got: “Bi gotinên hemasetê tu rê nayên destpêkirin. Dibêjin, em xwişk-bira ne. Ev, rastiyên talî ne.” Bulent Arinç, wiha domand: “Di qonaxa em gihiştinê de êdî keştiyê li dêmiyê da ye. Spasiya Bahçelî dikim ku bi destê ji hewa ve girt. Biryardarî û îradeya serokkomar û xebatên komîsyonê dê vî karî birêve bibin.” Bulent Arinç, bal kişand ser xebatên DEM Partiyê û ev tişt anî ziman: “Em herî zêde ji DEM’ê ditirsiyan lê DEM’ê pêşengtî kir, ez wan pîroz dikim. Di vê pêvajoyê de ji me tevan bêhtir bixîret û bi niyeteke pak tevgeriyan.” Di berdewamê de Bulent Arinç bi bîr xist ku di demên berê de bi Orhan Dogan, Selîm Sadak, Hatîp Dîcle û Leyla Zanayê re siyaset kiriye. Bulent Arinç, got ku Selîm Sadak ku ji neçarî çû derveyî welat nexweş e û got ku divê Sadak û siyasetmedarên din ên li derveyî welat bikarin vegerin welatê xwe.
Di mijara zimanê tê bikarnîn de hişyarî da
Di berdewamê de Bulent Arinç, bal kişand ser zimanê tê bikaranîn û wiha axivî: “Di demên berê de çi ziman hatibe bikaranîn, vî zimanî ji bîr bikin. Em nikarin dîrokê berevajî bikin. Rêya me nû dest pê kiriye, şerê bi çekên konvonsiyel nîne. Divê em bi rêbaz û bi kelecanên nû vê pêvajoyê bi dawî bikin.”
Rojeva ‘Mafê Hêviyê’
Têkildarî nîqaşên der heqê guhertina destûra bingehîn jî Bulent Arinç, wiha got: “Destûra Bingehîn a herî baş ew e ya ku tê cîbicîkirin e. Li gorî min tiştekî xelete ku hukmên destûra bingehîn ên ji bo wan ‘ev bi kêrî me nayên’ tê gotin bên vehêlandin. Em dikarin destûra bingehîn biguherînin. Jixwe ji 3 paran zêdetirî 2 par jê guherîn. Lêbelê pêdiviya me bi destûreke bingehîn a hemdemtir, xalên wê kêmtir, bêhtir azadîxwaz heye. Lê peywira vê komîsyonê amadekirina destûra bingehîn a nû nîne. Em li dijî terorîst têkoşiyan lê me li dijî sedemên têgeha terorê diafirînin têkoşîn nekir. Divê biryarên DMME û AYM’ê bên cîbicîkirin. Ev pêwîstiyeke. Em nikarin bibêjin ‘Em biryarên DMME’yê ku me îmze kiriye bicih neyînin.’ Em mecbûr in guh bidin biryarên wê. Madeya 90’emîn û ya 145’emîn li wir in.”
Bulent Arinç da zanîn ku ku divê mewzûateke înfazê ya adilane û wekhevîparêz di meriyetê de be û “Mafê hêviyê” ku Bahçelî xistibû rojevê teqez were cîbicîkirin û got: “Em li ser nefikirin ka dê kî jê sûdê bigire. Bi ser biryara DMME’yê re 10 sal derbas bûn.”
Efûya giştî
Bulent Arinç, daxuyand ku efûya giştî pêdiviyeke zarurî ye û got: “Di demeke bêbaweriya li dijî darazê ewqas zêde bûyî de divê teqez li ser vê were axaftin.” Bulent Arinç, got ku kesên bi KHK’ê ji kar hatine avêtin êşê dikişînin û ev tişt anî ziman: “Di vê mijarê de bi şertê ku çarçoveya hiqûqî de bin, hewceye sererastkirin bên kirin.”
Bulent Arinç, axaftina xwe wiha qedand: “Hewceye komîsyona me li hemberî rastiyên Tirkiyeyê van gavên bicisaret biavêje ku ev pêvajoya Bahçelî bi wêrekî daye destpêkirin bi ser keve.”