Civaknas Mihrîban Îlbaş: Biryarên siyasî rê li ber tundiyê nagre

Civaknas Mîhrîban Îlbaş a dibêje wek gelek welatan li Tirkiyeyê jî biryarên polîtîk pêşî li tundiyê nagirin, berovajî vê yekê xweyî dike, bal kişand li ser girîngiya hevgirtin û rêxistinbûna li dijî tundiyê.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Li Tirkiyeyê li gelek qadan cihêkariya zayendî tê jiyîn, ji ber polîtîkayên dewletê jî tundiya li ser jinê roj bi roj bi zêdebûnê berdewam dike. Li Tirkiyeyê di 20 salên dawî yên hikûmeta AKP'ê desthilatdariyê de ye, di qetlîamên jinan de zêdebûnek cidî hat jiyîn, li gorî daneyên hatin bidest xistin di sala 2022'an 334 jin hatin qetilkirin. Di du hefteyên ewil ên meha Çileyê ya sala 2023’an de jî 20 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. Jinên ku bi salan e li welat ji bo mafên xwe têdikoşin jî, li her qadê li dijî polîtîkayên îktîdarê îtîrazên xwe bilind dikin.

Binesaziya civakî ya qetlîamên jinan

Endama Desteya Rêveber a Komaleya Halê Jin a Piştgiriyê (DAKAH-DER) Civaknas Mihrîban Îlbaş a têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî, diyar kir ku tundiya li ser jinê, êrîşa zayendî û qetlîamên li ser jinan yek ji pirsgirêkên herî mezin ên sedsalê ne. Mihrîban Îlbaş bi van gotinan balkişand li ser rola civakê ya qetlîama jinan: “Dibe ku binesaziyek civakî ya cînayetên jinan hebe, ji ber ku jin bi gelemperî ji aliyê xizmên xwe yên pileya yekem an jî hevjînên xwe yên di pêvajoya telaqê de ve tên qetilkirin. Lê belê sedema herî bingehîn a vê tundiyê çanda xelet a gerdûnî ye. Dema ji perspektîfek berfireh tê temaşe kirin, hema li her derê cîhanê bi pîrozbûna mêranî û dayikbûnê re rû bi rû dimînin. Ev yek di bingehê hemûyan de rolên zêdebûn û cînayetên dualî ku pir tûj ji hev cuda ne, tekez dike. Hemû ferdên ku van rolan pêk neynin ji aliyê civakê ve bi pêkanînên giran re rû bi rû dimînin.”

'Tirkiye di tundiyê de li Ewropayê di rêza yekem de ye'

Mihrîban Îlbaş balkişand ku Tirkiye di warê tundiya li ser jinê de li Ewropayê di rêza yekemîn de ye û diyar kir ku qetilkirina 20 jinan ya di nava 2 hefteyan de jî daneyên sala borî derbas dibe. Mihrîban Îlbaş di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin sala borî ragihand ku par 334 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin, 245 jin jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane. Li gorî statîstîkên rapora OECD’ê ya li ser tundiya li ser jinê ya di nava welatên Ewropa û G20 de jî, Tirkiye bi rêjeya ji sedî 38 di rêza yekemîn de cih digre. Her wiha ev îstatîstîkan dema nîşan dide ku welatên wek Şilî û Meksîka yên kêm pêşketî di rêzên herî jêr ên cih digrin, welatên pêşketî yên wekî Norwêc, Danîmarka û Îngilîstanê jî di rêza dehan de cih digrin. Lewma digihijê encama ku asta pêşketinê di pêşîgirtina li tundiyê de ne têrkêr e û divê ji bo vê jî polîtîkayên dostane yên jinan bên avakirin.”

'Têkoşîna li Afganîstan, Îran û Tirkiyeyê mîna hev e’

Mihrîban Îlbaş dest nîşan kir ku hikûmet bi kampanyayan naverokên ku rolên ji bo zayendan hatine destnîşankirin diweşîne û wiha got: "Li Afganîstanê têkoşîna jinan a li dijî çeteyan, têkoşîna li Îranê li dijî rejîma Şah tê dayîn, li Tirkiyeyê têkoşîna ji bo vegerandina Peymana Stenbolê tê dayîn di wateyekê de pir mîna hev in. Wek li gelek welatan, heta ku biryarên polîtîk nebin armanca pêşîlêgirtina tundiya li ser jinê, li hemû welatan rastî heman senaryoyan tên. Sedemên pêkhatina van senaryoyan; çalakiyên ku wek çekdarbûna kesî, bêcezatî, sansûr û ne ronîkirina cînayetên bi awayekî guman kiryaran motîve dike ye. Ev jî li şûna pêşî girtina tundiyê berdewamkirina xweyî kirin e.”

'Divê rêxistinbûn û hevgirtin li her derê hebe'

Mihrîban Îlbaş diyar kir ku rêyên alternatîf ên li dijî tundî û qetlîaman bi hevgirtin û birêxistinbûnê re derbas dibe û wiha got: “Wek alternatîfa vê dîsa hêzkirina jinan, hevgirtin, rêxistinbûn, zêdekirina gihandina komeleyên jinan, ji pêşdibistanê vir perwerdehiya zayendî û di çapemeniyê de zêdekirina xuyabûnê dikare were jimartin. Çapemenî di warê kêmkirina cînayetên jinan de xwedî roleke girîng e. Jin ji bo bi hêz bibin pêwîstî xuyabûnê dibînin. Ev xuyabûn dikare veguhere hevgirtinê.”