‘Civaka Kurd bi berxwedana Rojava ket nava hevgirtinê’

Kurdên li Lubnanê dijîn û jinên Lubnanî, bêdengiya navneteweyî ya li dijî êrîşên li ser herêmên Rojava rexne kirin û bal kişandin ku derketina DAIŞ’iyan ji girtîgehan ne tenê ji bo Sûriyeyê, ji bo hemû cîhanê xeterek mezin e.

SÛZAN EBÛ SEÎD

Beyrûd – Civaka Kurd a li Lubnanê piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana Rojava anî ziman, êrîş û binpêkirinên Heyet Tehrîr el-Şam şermezar kir û hişyarî da ku li herêmê bi operasyonên qirkirina nijadî zirarên mezin gihîştine sivîlan û mal û bajarên wan.

Di çalakiyên ku bi beşdariya Kurdan û gelê Lubnanê hatin lidarxistin de, xwepêşanderan kiryarên Heyet Tehrîr el-Şam şermezar kirin; bal kişandin ku gelek mirovên sivîl, jin û zarok hatine kuştin û û birîndar bûne. Her wiha hat gotin ku êrîşên hovane li dijî jin û zarokan hatine kirin.

Xwepêşanderan li dijî zêdebûna êrîşen çeteyan ên li ser pergala civakî û ewlehî ya herêmê hişyarî kirin, pankartên ku li ser wan dirûşmên bêdengiya navneteweyî dihatin rexnekirin hatin hilgirtin dirûşmên li dijî Tirkiye û Colanî avêtin û diyar kirin ku kesên “terorîst” kontrola dewleta Sûriyeyê kirine destên xwe.

‘Li welatê min li dijî neteweya min û keçên ciwan tiştên ku hatin kirin pir bandorê li min kirin’

Endama Komeleya Nowroz, Nûr Ehmed bal kişand ku sekna wan û qîrîna wan ji bo parastina ziman, netew û nasnameyê ye û diyar kir ku gelê Kurd aştî û rûmetê dixwaze, şer naxwaze. Nûr Ehmed wiha domand: “Li welatê min, li dijî neteweya min û keçên ciwan, tiştên ku hatin kirin pir bandorê li min kirin. Em rûmet, nasname û mafên xwe dixwazin û em ê wan biparêzin. Em er naxwazin, aştiyê dixwazin, ez ji bo gelê xwe, azadî û nasnameya xwe aştiyê dixwazim.”

‘Cîhan ji mirovahiyê derketiye’

Mervet Hamo jî bêdengiya civakên navneteweyî bi tundî rexne kir, têkoşîna Kurdan a li dijî DAIŞ’ê û fedakariyên ku hatine kirin bi bîr xist, diyar kir ku berdena DAIŞ’yan ji girtîgehan, ne tenê ji bo Sûriyeyê ji bo hemû cîhanê gefek mezin e û wiha got: “Cîhan ji mirovahiyê derketiye. Colanî anîn ser desthilatdariyê. Em hemû dizanin ku wî di nava refen DAIŞ’ê de şer kiriye û li Sûriyeyê tevlî pevçûnan bûye. Îro li qesra serokkomariyê ye. Ev mirov gelên Sûriyeyê temsîl nake. Divê hemû welatên cîhanê pêşî li ve terora ku li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, li keviyên Sûriyeyê û Suweydayê li ser gel tê meşandin rawestînin.”

Mervet Hamo bi gotinên; “Êrîşê girtîgehên DAIŞ’yan kirin û wan derxistin. Ev tenê ji bo ewlehiya Sûriyeyê gef nîn e, ji bo hemû cîhanê gefek mezin e” diyar kir ku ew ê  tu carî dest ji destkeftiyên xwe bernedin.

‘Em îro ji bo hevgirtina bi gelê xwe yê Sûriyeyê re hatine vê derê’

Susan Bashîr Bek jî ji bo rawestandina xwînê bang kir û xwest ji bo jin û zarokan mercên jiyana bi aram werin avakirin, zirarên ku ji ber şer çêbûne demildest werin çareserkirin û wiha got: “Em îro ji bo hevgirtina bi gelê xwe yê Sûriyeyê re hatine vê derê. Ew di bin zulmeke mezin de ne. Me Kurdan gelek tişt li Sûriyeyê zêde kir mafê me xweserî ye. Em aştiyê dixwazin, şer naxwazin. Em ewlehiyê dixwazin lewre me gelek zulm, zext û îxanetê dît.”

Bashîr Bek wiha bi dawî kir: “Em dixwazin dengê me were bihîstin û em destekê bidin gelê Kurd ê li Sûriyeyê di bin zulm û îşkenceyê de ye. Dilê me ji ber tiştên diqewimin gelek dişewite. Hemû Kurdên li cîhanê ji bo desteka gelê me yê li Rojava ketine tevgerê.”