Civaka Durzî: Em serxwebûnê dixwazin, rûmet di ser her tiştî re ye

Endezyar Lîna Derwîş tekez kir ku tiştê piştî 13'ê Tîrmehê qewimîne wek yên berê bûn û got: "Em ji rêveberiya demkî serxwebûnek dixwazin. Me azadî û rûmetê di ser her tiştî re dît û hilbijart, tevî dorpêçkirin û birçîbûnê jî."

ROŞÊL CANYOR

Suweyda – Ji ber şert û mercên siyasî û civakî yên aloz ên ku niha li Sûriyeyê tên dîtin, pêwîstiyek mezin bi xurtkirina yekîtiya neteweyî, bi temsîlkirina hemû pêkhateyên civakê, di diyalog û konferansên ku li ser pêşeroja welêt disekinin de, heye. Di vê çarçoveyê de, rêberê giyanî yê civaka Durzî li Sûriyeyê Hîkmet El-Hicrî, beşdarî konferansa Hesekê bû.

Konferansa Yekhelwesta Pêkhateyan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di 8'ê Tebaxê de li Hesekê hat lidarxistin. Konferansê bandorek girîng û erênî li herêmê kir. Wê bi serkeftî nûnertiya hemû pêkhateyên Sûrîyeyê kir û ew li ser maseyeke diyalogê anîn cem hev. Gaveke ber bi yekkirina vîzyon û daxwazan ve bû. Lê ew rastî gotinên nefretê, serhildanê û kampanyayên reşkirinê jî hat.

Mezinahiya neteweyî ya berfireh

Endezyar Lîna Derwîş, mufetîşek li Desteya Kontrol û Vekolînê ya Navendî li Suweydayê ye. Lîna Derwîş derbarê konferansê û gelek mijarên din de nêrîn û çavdêriyên xwe bi me re parve kir. Lîna diyar kir ku ev beşdarbûn xwedî girîngiyeke sembolîk û aliyên stratejîk ên girîng e û wiha got: “Civaka Durzî, di tevahiya dîroka xwe ya dirêj de, beşdarî yekgirtina eniya neteweyî û parastina nasnameya Sûriyeyê bûye. Baş tê zanîn ku civaka Durzî di seranserê dîrokê de kesayetiyên girîng pêşkêş kirine ku li gorî helwestên xwe yên zexm di serxwebûna Sûriyeyê û parastina nasnameya wê ya neteweyî de rolên girîng lîstine.”

Girîngiya beşdariya li konferansê

Lîna destnîşan kir ku ew piştgiriyê didin her projeyek neteweyî ku hemû pêkhateyan tîne cem hev û her gotûbêjek ku banga hemwelatîbûna wekhev dike. Lîna anî ziman ku beşdarbûna civaka Durzî di van konferans û diyalogan de, dibe alîkar ku têkiliyan bi giştî xurt bike û wê ramanê xurt dike ku biryarên neteweyî ne tenê li Şamê têne çêkirin, bi beşdariya hemû pêkhate û aliyan tên dayîn.

Peyamên neteweyî ji Hesekê

Lîna Derwîş da zanîn ku beşdariya civaka Durzî di konferansa Hesekê de ne tenê rûberî bûye, çend peyamên neteweyî yên zelal hilgirtiye û wiha pê de çû: "Peyameke jiyana hevbeş hildigirt. Civaka Durzî bi vekirîbûna xwe ya ji bo hemû mezheb û etnîsîteyan tê nasîn, tevî taybetmendiya xwe ya olî. Lê ew rêzê li adet û kevneşopiyên ol û etnîsîteyên din digre û beşdarî cejn û rêûresmên cûrbecûr dibe. Ev modelek mînakî ya jiyana hevbeş a aştiyane di navbera hemû pêkhateyan de ye."

‘Em li vî welatî amade ne û ne tenê temaşevan in’

Lîna Derwîş tekez kir ku her çiqas mezheb ji hêla hejmarê ve biçûk be jî, wê îspat kiriye ku biçûk nayê wê wateyê ku qels e. Lîna anî ziman ku wê helwestên bi bandor pêşkêş kirine û encam bi dest xistine, ku nîşan dide ku nirxa siyasî bibandor û encaman tê pîvandin, ne bi hejmaran. Lîna diyar kir ku li vir, kalîte li ser hejmarê serdest e û wiha got: “Peyama piştgiriya neteweyî jî heye. Helwesta me zelal e; em piştgiriyê didin pêkhateyên neteweyî yên li Sûriyeyê, Ereb, Kurd û yên din. Em piştgiriyê didin her projeyek neteweyî ya berfireh û em piştrast dikin ku em li vî welatî amade ne û ne tenê temaşevan in.”

Beşdariya çalak ne ya sembolîk

Lîna Derwîş da zanîn ku beşdarbûn bi tena serê xwe têr nake heya ku bandorek berbiçav nebe. Lîna wiha dewamî da gotinên xwe: "Dema ku em beşdarî konferansên neteweyî dibin, em ne tenê dixwazin beşdar bibin, her wiha em dixwazin beşdarbûnek bibandor a ne sembolîk hebe. Ji bo vê divê em şopandin û berdewamiyê mîsoger bikin. Divê em bizanin ka ev diyalog li ku têne lidarxistin û bi rêkûpêk beşdarî wan bibin. Divê em ji hêla mirovên rastîn ve jî werin temsîlkirin ku bi dilsozî civakê temsîl dikin û dengê wê bi zelalî radighînin. Piştî vê divê em diyar bikin ku encam li ser erdê têne bicîh kirin. Ji ber vê, du şertên bingehîn hene: berdewamiya beşdarbûnê û bicîhanîna encaman."

Zehmetî û astengî

Lîna Derwîş destnîşan kir ku zehmetiyên ku beşdariya mezhebê pê re rûbirû dimînin ne hêsan in û Suweydayê mîna "Rastiyeke tal" bi nav kir.  Lînda sedema vê pênasekirina xwe bi van gotinan anî ziman: "Komkujiyên ku di 13'ê Tîrmehê de ji hêla terorîst û desthilatdariya tekfîrî ve hatine kirin, ku bi hinceta şikandina pevçûnên di navbera xelkê Suweyda û eşîrên Bedewî de ketine Suweydayê, nayên veşartin. Em bi hezaran salan e bi bedewiyan re dijîn û qet rastî şerekî mezhebî yê ewqas hovane nehatine. Êrîşî sivîlên bêguneh hatin kirin, mal hatin şewitandin, milk hatin talankirin û bi hezaran sivîl ji gundên rojava ber bi deverên ewletir ve hatin koçberkirin. Heta jin jî bi tecawizê û li meydanan girtin û darvekirinên meydanî re man. Wan rehm li ciwan û pîran nekir, û heta êrîşî sembolên olî jî kirin."

Bi dorpêçiyê hewl didin berxwedana gel biçewsînin

Lîna Derwîş destnîşan kir ku rêveberiya demkî ku ji hêla cîhadîstên Heyet Tehrîr el-Şam ve tê rêvebirin, êrîşa xwe bi dorpêçkirinê berdewam dike û wiha vegot: "Piştre wan dorpêçek aborî ya dijwar ferz kir ku ji mehekê zêdetir dom kir, rê li ber alîkariyê girtin. Her kesê ku hewl dida bikeve Suweydayê an jî derkeve, di bin xetereya kuştin an revandinê de bû. Tewar piştî vekişîna xwe jî, wan xwarin û pêdiviyan ji bazar û malan didizîn, darên zeytûn, sêv û tirî dibirin û xanî bi makîneyên giran hilweşandin. Ev hewldanek sîstematîk bû ji bo birçîkirinê, ne tenê ji bo rêgirtina li alîkariyê. Xwendekarên zanîngehê nekarîn beşdarî dersan bibin. Welatî niha bi zindîmanê ve mijûl in û yên ku dikarin hewl didin ku alîkariya cîran û malbatên xwe yên ku ji birçîbûn û koçberiyê dikşînin, bikin."

Helwesta Durziyan a derbarê Rêveberiya Xweser de

Lîna Derwîş derbarê helwesta civaka Durzî ya li hember projeyên Rêveberiya Xweser de jî axivî. Lîna ragihand ku ew piştgiriyê didin her projeyek neteweyî ya li ser bingeha dozek rastîn û gel xwedî azadiya diyarkirina çarenûsa xwe ye. Lîna destnîşan kir ku aydîbûna bi welatê xwe re berî ku bibe hestek, baweriyek e û ew bi azadî û rûmeta welatiyê ve girêdayî ye. Lîna wiha got: “Berî ku komkujî pêk werin, me federalîzm an jî Rêveberiya Xweser li ser bingeha wê ramanê dixwest ku em dikarin karûbarên xwe yên navxweyî bi awayekî lihevhatî bi taybetmendiya herêmê birêve bibin. Lê piştî komkujî û seferberiya mezhebî ya ku qewimî, êdî ne mimkûn e ku em bi vê rêveberiyê re hevjîyan bikin û ji ber vê yekê îro em daxwaza serxwebûna tevahî ji wê dikin.”

‘Serxwebûn daxwazeke bêveger e’

Lîna Darwîş tekez kir ku xwîna bêgunehan ku di parastina welat û rûmeta xwe de mirin, dê vala neçe û diyar kir ku ew ê wan tu car efû nekin. Lîna di dawiya nirxandinên xwe de daxwazên ku ji rêveberiya demkî dikin, bi van gotinan anî ziman: “Em ji vê rêveberiyê ku alîkarî da destpêkirina şerekî navxweyî û mezhebî, serxwebûna xwe dixwazin. Me azadî û rûmetê di ser her tiştî re dîtiye û bijartiye. Tevî dorpêçkirin û birçîbûnê jî. Heta ku em xwe bi rûmeta xwe ve girêbidin, em baş in.”