‘Civaka demokratîk bi riya komînan ava dibe’

Hevserokên komînên bajarê Qamişlo dan zanîn ku civakeke demokratîk bi riya komînan pêk tê û gotin: “Komîn bingeha civakê ava dikin û wê birêxistin dikin. Bila gel li komînên xwe xwedî derkevin û alîkariya wan bikin.”

NEXEM ÇAÇAN

Qamişlo – Di destpêka Şoreşa Rojava de li bajar û gundan komîn hatin avakirin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komîn kevirê bingehîn e di rêxistina jiyana gel a rojane de. Ji ber ku pirsgirêkên herêmê bi riya diyalogê çareser dikin û di organîzekirina karûbarên herêmê de roleke girîng dilîzin. Komîn bi sîstema hevserokatiyê û li gorî pêwîstiyan ji 12 komîteyên wek aborî, perwerde, çand û huner, tenduristî, parastina rewa, lihevanîn, şaredarî, kedkar, ewlehî, malbatên şehîdan, pêwendiyên civakî û ragihandinê pêk tên. Komîn hewl dide civakek demokratîk û hevgirtî ava bike.

Hevserokên komînên bajarê Qamişlo ya kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser girîngiya komînan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi roleke çawa radibin axivîn.

‘Jinan bi fikir û felsefeya Rêber Apo xwe bi pêş xistin’

Hevseroka Komîna Şehîd Lewand, Cîhan Ehmed derbarê girîngiya komînan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de got ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di paraznameyên xwe de balê dikşîne ser girîngiya komînan û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Rêber Apo dibêje ‘Ez rojekê ji zindana Îmraliyê derkevim ez ê komînekê ava bikim û bibim endamekî wê’. Komîn bingeha civakê ne, di gelek aliyan de dibin alîkar bi gel re. Civakê bi rêxistin dikin û pirsgirêkan çareser dikin. Komîteya lihevanînê, parastin, tenduristî, kedkar û ya jinan jî di komînan de hene.”

‘Ji bo pêşketina komînan alîkariya gel divê zêdetir be’

Cîhan Ehmed balkişand ser zehmetî û tengasiyên ku di komînan de dibînin wiha rêz kirin: “Gel tevlî civîn û meşan nabin û perwerde tên xwestin ku gel ji komînan re zêdetir alîkar be. Rêveberiya Xweser biryar girt ku roja Şemiyê endamên saziyan werin komînan û bi hev re alîkar bin, malan ziyaret bikin. Beriya Şoreşa Rojava fikir û felsefeya Rêber Apo ya Neteweya Demokratîk bihata rûniştandin, dê niha ji bo me jinan destkeftiyên zêdetir hebûna. Ji ber ku bi Şoreşa Rojava re jinan bi fikir û felsefeya Rêber Apo xwe bipêş xistin. Daxwaza me ew e ku ji bo komîn bi awayekî baş werin avakirin, gel zêdetir bibe alîkar.”

‘Komîn cihê kombûna gel e’

Hevseroka Komîna Şehîd Şevger, Leyla Silêman jî behsa kar û xebatên komînan kir û li ser zehmetiyên ku komîn dikşînin rawestiya. Leyla destnîşan kir ku komîn komkirina gel e, pirsgirêkên gel li komînan tên çareserkirin û wiha pê de çû: “Komîn ji gelek komîteyan tên avakirin û her komîteyek bi karê xwe radibe. Komîteya parastina cewherî her tim hişyar e. Dema ku guman bike kesek çete derbasî taxê bûye, lêpirsîn dike. Komîteya lihevanînê pevçûnên di navbera jin û mêr de, pevçûnên di navbera malbatan de çareser dike, komîteya xizmetê karê wê nan, av û mazot e. Rêber Apo jî gelek balê dikşîne ser girîngiya komînan. Daxwaza me perwerdeya ji bo gel re di komînan de bên domandin. Roja Şemiyê endam û mamosteyên Rêveberiya Xweser tên komînan ziyaret dikin.”

Divê gel zêdetir xwedî li komînan derkevin’

Hevseroka Komîna Şehîd Raed, Perwîn Cemîl diyar kir ku komîteyên komînan di bin sîwana hevserokan de kar dikin. Perwîn got ku têkiliyên komînan bi meclîsan re hene û wiha pê de çû: “Komîn bingeha civakê ne, her taxek komînek lê heye. Rêveberên komînan 2 hevserok in jin û mêr. Karê komîteyan di komînan de, cuda ne. Her komîtek li gor erkên xwe xebatan dimeşînin û civakş birêxistin dikin. Jin ji aliyê Kongra Star ve di komînan de tên bicihkirin û komîteya jinê xebatên rêxistinî dimeşîne, hişyariyê çêdike û pirsgirêkên jinan çareser dike. Komîn girêdayî meclîsan in û tekiliyên komînan bi hemû meclîs û saziyan re hene. Daxwaza me ew e ku gel zêdetir xwedî li komînan derkeve.”