"Cihê ku ez jê re dibêjim rojnivîsk, dengê hundirîn ê gelek jinan e"

Dîna Oguz a xwendekara Zimannasiya Engilîzî, nîgarên şêwaza nivîsandina rojnivîskê bi sernavê "femmestr" li serhêl parve dike. Dîna Oguz, ku balê dikişîne ser mijarên heyî yên şîdeta li ser jinan, bang li jinan kir ku "wêrek bin" û got, "Min tu carî texmîn nedikir ku rûpel ewqas mezin bibe. Cihê ku ez jê re dibêjim rojnivîsk, dengê hundirîn ê gelek jinan e. Piştî ku min ev dît, min biryar da ku ez qet nesekinim."

Dîna Oguz a xwendekara Zimannasiya Engilîzî, nîgarên şêwaza nivîsandina rojnivîskê bi sernavê "femmestr" li serhêl parve dike. Dîna Oguz, ku balê dikişîne ser mijarên heyî yên şîdeta li ser jinan, bang li jinan kir ku "wêrek bin" û got, "Min tu carî texmîn nedikir ku rûpel ewqas mezin bibe. Cihê ku ez jê re dibêjim rojnivîsk, dengê hundirîn ê gelek jinan e.Piştî ku min ev dît, min biryar da ku ez qet nesekinim."
SUHAM AKMAN
Navenda Nûçeyan - Di van rojên dawî de, ku kuştina jinan û tacîza devkî ya li dijî jinan gihîştiye lûtkeyê, jin hewl didin li her qadê dengê xwe bidin bihîstin û tundiya ku derketiye holê bi dawî bikin. Dîna Oguz a xwendekara Zimanzaniya Engilîzî ya pola 3’yemîn tenê yek ji van jinan e. Dîna Oguz dibêje ku ew ji zaroktiya xwe ve bi evînê xêz dike, wêneyên xwe yên li ser tacîzên ku li dijî jinan tên kirin, bi taybetî cil û bergên xwe, ji rastiya ku di rewşa herî xwezayî ya jinan de jî materyalek tundûtûjiyê hatiye çêkirin, li ser hesabê xwe yê bi navê femmes.tr. parve dike. Digel ku bala Dîna li ser mijarên jinên hevdem e, ev di nîgarên wê de jî tên xuyakirin. Dîna Oguz ji me re dibêje ku ew bi wêne û nexşên xwe dixwaze çi peyamê bide…
"Min texmîn nedikir ku ew qas balê bikişîne" 
Dîna Oguz ku dibêje wê texmîn nedikir ku dema dest bi çekirin û parvekirina wêneyên xwe bike, ewqas balê bikşîne, diyar dike ku wê di Kanûna 2020’an de bi taybetî mijarên jinan ên heyî xêz dikir û bi bertekên erênî yên ku demeke pir kurt digre, berdewam dike ku wêneyan xêz dike. Dîna Oguz dibejê; “Berî her tiştî, ez ji biçûktiya xwe de ji xêzkirinê hez dikim. Dema ku min pênûs û kaxezê girt destên xwe, min her gav wêneyên şêwazê doodle çêdikir. Ez hîn jî wê didomînim. Ger ez nexşeyên ku min li ser rûpela xwe ya ku ez niha lê parve dikim bi yek peyvê vebêjim, ez ê wê wekî "hunera dîjîtal" kurt bikim.”
"Kengê dilê min teng dibe ez xêz dikim" 
Dîna Oguz ku di nexşeyên xwe de bi taybetî zextên civakî yên li ser jinan nîşan dide wiha destnîşan dike: "Sedema ku ez dixwazim li ser jinan û zexta civakî xêz dikim ew e ku ez dibînim em li gelek deveran wekî jinek kêm tên dîtin. Em gelek caran wekî aliyê lewaz hatine dîtin. Vê rewşê min wisa aciz kir ku min rûpel wekî rojnivîsk vekir. Min got kengê ez aciz bibim, ez ê tiştek xêz bikim û bavêjim wir."
"Min navê ‘Jinan’ da rûpelê “
Dîna Oguz dibêje ku ew ji ber beriya dest bi kariyera xwe ya akademîk bi Îngilîzî bike, zimanê Fransî yê ku di temenê xwe yê piçûk de hîn bûbû û pê diaxivî li ser rûpela xwe ya wêneyên xwe parve dike ew navê "Femmes (Jin)" bi kar tîne. Dîna Oguz li ser serpêhatiya nav wiha diaxivê; “Min navê rûpelê bêyî ku bifikirim wekî 'jin' bi nav kir. Ji ber ku ez di zaroktiya xwe de bi Fransî diaxivim, min dixwest ez wî zimanî bi kar bînim.”
Rojnivîsên wê bûn "dengê hundurîn" ê gelek jinan.
Gava ku wê di Kanûna 2020’an de dest bi parvekirina wêneyên xwe yên bi navê "FemmesTr" kir, Dîna Oguz diyar dike ku wê ne wekî pêngavek profesyonel bi rastî wekî "rojnivîsk" dest pê kiriye wiha dibejê: "Min tu carî texmîn nedikir ku rûpel ewqas mezin bibe. Cihê ku ez jê re dibêjim rojnivîsk, dengê hundirîn ê gelek jinan e. Piştî ku min ev dît, min biryar da ku qet nesekinim."
"Ji bo pêşketinê wêrek bibin 
Dîna Oguz peyama xwe bi wêneyên xwe dide, radigihîne ku ew dixwaze bi riya ajansa me wiha xîtabî jinan bike: “Peyama min ji jinan re ev e; Civak çawa hewl dide we biçûk bixe, her çiqas ew bibêje ev ne li gorî me ye, cih bigrin. Derfeta xwe ji kesekî din re nehêlin. Mirov her dem diaxivin. Bi qasî ku hûn gav bi pêş ve bavejin wêrek bin.”