Cîhan Kayaalpê ê ji destdirêjiyê bereat kir di rojeva meclisê de ye

Parlamentera Amedê ya Partiya Çepa Kesk Halîde Turkoglu biryara beraetê ya serokê MHP’a Amedê Cîhan Kayaalp ku destdirêjî li zarokek kiribû anî rojeva meclisê.

Enqere- Parlementera Amedê ya Partiya Çepa Kesk Halîde Turkoglu da zanîn ku serokê MHP’a Amedê Cîhan Kayaalp gelek caran destdirêjî li zaroka ku girtî ye kiriye û 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê de biryara beraetê dabû, biryar ji aliyê Dadgeha Kargêrî ya Herêmê ya Amedê ve hatiye erêkirin.

Der barê mijarê de bi daxwaza bersivdana wezîra xizmetên civak û malbatê Mahînur Ozdemîr Goktaş pêşnûme pirs da meclisê. Di pêşnûmeyê de hat destnîşankirin ku bersûc Cîhan Kayaalp bi sûcê ‘bi awayekî domdarî destdirêjî li zarok kiriye’ di 17’ê Hezîranê de hatiye girti û di îdianameya ku hat amadekirin de zaroka ku destdirêjî lê hatiye kirin di beyannameye de diyar kiriye ku Cîhan Kayaalp gelek caran destdirêjî lê kirye.

Serlêdanên Îstinaf hatin redkirin

Di biryara ku li dadgehê der barê Cîhan Kayaalp de cih girt de, îfadeya destdirêjî lê kiribe jî rizaya zarokê heye bal kişand û wiha hat gotin: “Dozger û aliyan li dijî sûcên ‘tacîza zayendî’, ‘îstîsmara zayendî’ û ‘Bêparhiştina kesekî ji azadiya xwe’ biryara beraatê hatiye dayîn, îtîraz kirin. Li ser vê yekê 7’emîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Kargêrî ya Herêmê ya Amedê îtîraz lêkolîn kir û serlêdanên hemû aliyan red kir.”  Di pêşnûmeyê de xwest ku ev pirs werin bersivandin:

*Parêzerê mexdûr der barê bûyerê de da xuyakirin ku lêkolînên delîlan nehatine kirin. Gelo xebera wezîrê we li ruxmê ku der barê Cîhan Kayalap de gelek îdianame hene bi lezek awarte biryara beratê dane heye?

*Di hinceta dadgeha xwecihî ya beraatê de, îdiaya ku di îfadeyê de ger destdirêjiyek hebe jî rizaya zarok heye bi kar aniye rast e? Ma ev îfade hiqûqî ye? Piştgiriya wê ya zagonî çi ye? Ma di bûyerên îstîsmaran de îfadeya rizaya zarok, ma ne li dijî peymana navneteweyî ya mafên zarokan e?

*Beyanên ku bi caran destdirêjî li zarok hatiye kirin li holê ne, der barê Cîhan Kayaalp de bi kîjan hiceta zagonî biryara beraatê hatiye dayîn? Bi kîjan hinceta zagonî biryar ji aliyê daîreya ceza ya 7’emîn a Dadgeha Kargêrî ya Herêmê ya Amedê ve hat erêkirin?

*Der barê biryarê de ji aliyê dozger û aliyan ve çima nerazîbûnên ku hatin ziman, hatine redkirin?

 *Çima beyana zaroka ku di beyana bi caran îstîsmar le hatiye kirin de nehatiye esasgirtin?

*Di dema nêz de doz bê girtin û bi riya temyîzê ser sûcê îstîsmarê were girtin hûn çawa şîrove dikin?

 *Beyana zaroka ku hatiye îstîsmarkirin ji aliyê kê û di kîjan şert û mercan de hatiye girtin? Li ser beyanên hatine girtin rapora nirxandinê hatiye amadekirin? Rapor ji dadgehê  re hatiye pêşkêşkirin an na?

*Gelo wezerata we mudaxaleya vê dozê kiriye?

* Ji bo  esasgirtina beyana zaroka bi caran hatiye îstîsmarkirin û ji nu ve pêvajoya darazandinê dest pê bike wê wezareta we gavan bavêje?

* Der barê Kayaalp de ji derveyî sûcê îstîsmarê gendelî, ruşwet, şantaj, gef û gelek îdiayên heyî der barê Kayaalp de hinceta vekirina dozê çi ye?

*  Ji aliyê wezareta we ve der barê sûcên îstîsmara zarokan de di van pênç salên dawî de serlêdanên lêpirsînên ku hatine kirin hejmara wan çend e?

*Wê wezareta we ji bo li dijî sûcên li dijî zarokan lêpirsînek berfireh were destpêkirin, xebatan bide destpêkirin?