Cîhan her roj bi şewatên daristan û lehiyan re rûbirû ye!

Li gelek welatan, ji aliyekî ve bi germahiya zêde û ji aliyê din ve jî bi lehiyan re têkoşîn didome. Şewata daristanan a ku bi bandora germahiyê dest pê kir û lehiyên bi baranê re pêk ten, gefê li xweza, zindiyan û cihên niştecihbûnê dixwin.

Navenda Nûçeyan- Li gelek welatan, ji aliyekî ve germahiya ku digihîje asta rekorê, ji aliyê din ve jî bahoz û lehî bandorên xwe didomînin. Şewata daristanan û lehiyên ku radibin, dibin sedema tunebûna hemû zindiyan. Li gorî daneyên malpera bi navê "Global Forest Watch", di nava 10 salên dawî de li cîhanê 82 milyon hektar qadên daristanan şewitîn.

Li Tirkiyeyê şewata daristanan berdewam dike

Li Tirkiyeyê ji ber pêla hewaya germ li Manîsa, Mereş Antalya û Îzmîrê şewata daristanan derket. Şewata daristanê ya ku duh li taxa Hatiplar a çoltera navçeya Saruhanliya Manîsayê derket, bi bandora bayê di demeke kin de mezin bû. Taxên Çaltepe, Gokbel û Sariçam ji bo tedbîrê hatin valakirin. Beşa şewata ku ber bi Çaltepe û Gokbelê ve diçû, duh saetên êvarê hat kontrolkirin. Li jorê Taxa Sariçamê jî şewatê tevahiya şevê berdewam kir. Xebata jib o vemirandina şewata ku ket di bin kontrolê didome. Li taxê 14 xanî û 3 gov bi temamî şewitîn û beşek ji xaniyek şewitî.

Ji bo şewata ku li qadên daristanên çoltarî yên Taxa Kabasakal a navçeya Dulkadiroglu ya Mereşê derke, ji hewa û bejahiyê ve mudaxele hat kirin. Piştî xebata 17 saetan şewat ket bin controlê. Nêzî 100 qadên hektar zirar dîtin. Hat diyarkirin ku qada şewitî 50 hektar daristan e û beşa din jî zeviya çandiniyê ye.

Li navçeyên Kaş û Kemerê yên Antalyayê şewata daristanan derket. Şewata ku li qada qamirgeh a li cihê Golê ya navenda turîzmê Kaşê ji ber sedemeke nediyar derket, bi bandora bayê mezin bû. Ji ber ku qada qamirgeh avzê ye, ekîbên ku mudaxeleyê bi zehmetî dikin, hewl didin agir bixin bin kontrola xwe. Şewata daristanê ya ku li Taxa Goynûka Degîrmendere ya navçeya Kemerê ji ber sedemeke nediyar dest pê kir, 2 roj in didome. Hat diyarkirin ku qada heta niha şewitiyê 180 hektar derbas kiriye. Xebatên vemirandinê berdewam dikin.

Li başûrê Îtalyayê germahî û li bakur jî bahoz bi bandor e

Îtalya, li başûra xwe bi germa zêde û şewata daristanan û li bakur jî bi bahozê re têdikoşe. Şewatên daristanan a li herêma Calabria û girava Sîcîlyayê ku di bin bandora hewaya germ de ne, didomin. Li Sîcîlyayê ji bo 86 şewatên aktîf têkoşîn tê dayîn. Ji ber şewatê 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, di xebatên vemirandina şewatê de jî xebatkarek daristanê û 2 yên agirkujiyê jî birîndar bûn. Ji ber dûmana zêde li Balafirgeha Palermoyê demek çûnûhatin hat rawestandin. Gelek şahre jî ji trafîkê re hatin girtin.

Li bakurê welêt ji ber bahozê dar qulibîn û tabela firiyan. Hin wesayîdan zîrar dîtin, li herêma bajarên Monza û Mîlanoyê jî şebekeya elektrîkê zirar dît.

Li Yewnanistanê şewatên daristanan bê kontrol belav dibin

Şewata daristanên ku hefteyek berê li girava Rodosê ya Yewnanistanê dest pê kir, bê kontrol belav dibe. Li Girava Rodosê xebatên vemirandinê berdewam dikin, şewata daristanên ku li herêmên Korfu, Karystos û Dervanakî yên Akyayê dest pê kiribûn jî didomin. Ji şewatên ku gef li cihên niştecihbûnê, zindiyên û xwezayê dixwin re, bi hewa û bejahiyê mudaxele tê kirin. Dilxwaz jî piştgirî didin xebatên vemirandinê.

Gelek cihên niştecihbûnê ji bo tedbîrê hatin valakirin, rayedaran ragihand ku ji 23’ê Tîrmehê vir ve li seranserê Yewnanistanê 82 car şewatên daristanan derketine. Tehliyeya 19 hezar kesan a ji ber şewatan, wekî mezintirîn tehliyeya ku heta îro li welat hat pêkanîn, hat nirxandin. Ji aliyê din ve li Yewnanistanê li herêma Platanistos a Euboeayê, di encama ketina balafira agirkujiyê de 2 pîlotan jiyana xwe ji dest dan.

Li Pakistan û Hindistanê lehî rabû

Li Pakistanê ji ber barana mûsonê lehî rabû. Li bajarê Qereçoxê kuçe û kolan di bin avê de man, bi dehan wesayîd di bin avê de man. Li bajarê Noîda yê Hindistanê jî ji ber barana zêde li Çemê Hintonê asta avê bilind bû, wesayîd di bin avê de man.

Li parzemîna Afrîkayê germahiyên zêde

Li parzemîna Afrîkayê germahiyên zêde bandora xwe didominin. Şewatên daristanan ên li Cezayîrê hatin vemirandin, xebatên sarkirinê berdewam dikin. Hejmara kesên di şewata daristanên li Cezayîrê de jiyana xwe ji dest dan bû 34.

Li Tûnisê jî germahî cih bi cih 50 pileyan derbas dike. Ji ber şewatên daristanan, 2 hezar û 500 kes hatin tehliyekirin. Ji ber şewata daristanan 170 kes bi bandor bûn.

Li Kanadayê şewatên ku di meha Gulanê de dest pê kiribûn didomin

Şewata daristanên ku di meha Gulanê de li Kanadayê dest pê kiribûn, didomin. Zêdetirî 155 hezar kes neçar man ji ber şewat û dûmanê malên xwe biterikînin. Şewata daristanan a li Kanadayê weke şewata herî mezin a daristanan a 10 salên dawî tê nirxandin. Dûmana şewatan bi taybetî li New Yorkê û li gelek bajarên DYA’yê belav bû, bandoreke neyînî li jiyanê kir. Tê diyarkirin ku di şewatên berdewam dikin de zêdetirî 10 milyon hektar qadên daristanê tune bûne.