Cîhadîstên HTŞ’ê sivîlan mîna mertalên zindî bikar tîne
Cîhadîstên Heyet Tehrîr el-Şam, êrîşên xwe di çarçoveya hewldanên xwe yên ji bo ketina nav taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de didomînin û Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê jî Heleb di çarçoveya mafê parastina rewa de bersivê didin çavkaniyên êrîşan.
Navenda Nûçeyan – Hate diyarkirin ku cîhadîstên girêdayî Heyet Tehrîr el-Şam, li Helebê sivîlan mîna mertalên zindî bikartînin.
Navenda Ragihandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê, bi daxuyaniyek wiha got: “Komên çete yên dewleta Tirk a dagirker ên di nava hêzên rêveberiya demkî de ciwanên revandinê weke mertal dixin eniyên pêş.”
Di berdwamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di sûceke birêxistinkirî û zelal de komên çete yên dewleta Tirk ên di nava hêzên rêvberiya demkî de bi tank û topan êrişî taxên Helebê dikin, gefên êrişkirina berxwedan xwarin. Komên çete hewl didin bi van êrişên dijwar taxan valan bikin û şêniyên bidin koçberkirin. Ev siyaseta sîstematîk binpêkirina tevahî qanûn û mîsaqên navneteweyî ye, zihniyeta leşkerî û zexta derûnî li dijî welatiyan nîşan didin.”
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dema êrişa berfireh a van koman hat têkbirin û nikarîn berxwedana şêniyan têk bibirana, komên çete ciwanên neçar mane ji taxên Şêxmeqsûdê derkevin revandin û wekî mertalên zindî di eniyên pêş de bi kar tînin. Di heman demê de kesên temenmezin ji nû ve vegerandin taxê.
Di dawiyê de hat gotin ku bikaranîna welatiyan weke mertal sûcên dermirovî ne, bi hewldana koçberkirina şêniyan e.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê, di çarçoveya parastina gel û taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiye û Benî Zeyd ên Helebê de, li taxa Benî Zeyd a Helebê tankek aydê çeteyên bipere ya "Emşat" ên girêdayî rêveberiya demkî îmha kir.
Hate destnîşankirin ku komên çeteya saet derdora 15.00'an de bi tangan êrişî Girê Kastelo kiriye û hewl dane derbasî herêmê bibin. Li ser vê yekê hêzên ewlekariyê bersiva tund daye û êriş têk biriye.
Her wiha Partiya Sûriyeya Pêşerojê, têkildarî êrişên komên çete yên dewleta Tirk ên di nava hikumeta demkî ya Sûriyeyê de yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de êriş bi tundî hatin şermezarkirin û hate gotin, ev êriş binpêkirina peymanên 10’ê Adarê û 1’ê Nîsanê ne, di heman demê de ragihandina şer li dijî sivîlan e.
Di daxuyaniyê de berxwedana her du taxan hat silavkrin û hate diyarkirin ku ev êriş nîşana reva ji lihevkirinên berê ne û hêviyên rawestandina tundiyê û pêkanîna aramiyê kêm dikin.
Partiyê bang li civaka navneteweyî, dewletên garantor û hêzên çalak kir ku zextê bikin da ku êriş werin rawestandin û sivîl bêne parastin. Her wiha banga diyalog û çareseriyeke siyasî û adilane kir ku yekitiya welat û mafên hemû pêkhateyan biparêze.