CFWIJ’ê hedefgirtina rojnamevan Berna Kişin şermezar kir
CFWIJ’ê hedefgirtina nûçegihana MA’yê Berna Kişin a ji hêla Rojnameya Memleket a alîgirê hikûmetê ve şermezar kir û wiha hat gotin; "Em daxwaz dikin ku rayedar der barê vê û raporên bi vî rengî yên ku rojnamegeran hedef digrin de tedbîrên ewlehiyê yên pêwîst bigrin."
Navenda Nûçeyan – Koalîsyona Jinan a di Rojnamegeriyê de (CFWIJ) hedefgirtina nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Berna Kişin ku piştî şopandina nûçeya qetilkirina 7 endamên malbata Dedeogllari ya encama êrîşa nijadperestan de li Konyayê, ji aliyê Rojnameya Memleket a alîgirê hikûmetê ve şermezar kir.
CFWIJ da xuyakirin ku ew wek saziyek li gel Berna Kisin disekinin û got; "Rojnamevan Berna Kişin piştî nûçeya wê ya li ser kuştina heft endamên heman malbatê di encama êrîşa çekdarî ya li Konyayê de bû hedefa Rojnameya Memleket a alîgirê hikûmetê. Hat îdîakirin ku rojnamevan nûçeyek alîgirê terorê nivîsandiye. Weke koalîsyon, em rêxistina çapemeniyê ya ku rojnameger dike hedef şermezar dikin.”
"Tu rojnameger nikare hedef were nîşandan"
CFWIJ destnîşan kir ku ew wekî koalîsyon li ba Berna Kişin in û wiha hat gotin: “Ji ber nûçeyên ku dinivîsin tu rojnamevanek nabe ku bibe hedef. Rojnamevan mecbûr in ku gel agahdar bikin û Berna Kişin berpirsiyariyên xwe yên profesyonel bi cîih aniye. Hedefnîşandan dikare encamên pir giran ji bo rojnamevanan bi xwe re bîne. Ji ber vê yekê, em ji rayedaran daxwaz dikin ku der barê vê û raporên bi vî rengî yên ku rojnamevanan dikin hedef de tedbîrên ewlehiyê yên pêwîst bigrin."