CFWIJ bertek nîşanî binçavkirina Bêrîtan Canîzer da
CFWIJ bertek nîşanî binçavkirina nûçegihana Jinnewsê Bêrîtan Canîzer da û got: “Ji destpêka sala 2021'an û vir ve, me herî kêm 85 dosyayên dozê yên li dijî rojnamegerên jin şopandine. Herî kêm 16 rojnamegerên jin hatin binçavkirin. Li qadê nêzî 50 rojnameger rastî şîdeta fîzîkî hatine. Wekî CFWIJ, em daxwaz dikin ku rayedar jîngehek peyda bikin ku rojnameger bi azad kar bikin.”
Navenda Nûçeyan - Koalîsyona Jinan a Rojnamegeriyê (CFWIJ) bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşanî binçavkirina nûçegihana Jinnewsê Berîtan Canîzer a di serdegirtina mala wê ya li Amedê de hat girtin da. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku Bêrîtan Canîzer yek ji wan rojnamegeran e ku ji sala 2015'an û vir ve li Tirkiyeyê dibe hedefa zextên sîstematîk ên li ser rojnamegeran û bi bîr xist ku berê jî gelek caran bi ser mala wê de hatiye girtin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Bêrîtan Canîzer di 5'ê Nîsanê de hat binçavkirin û 4 rojan girtî ma. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi hinceta çalakiyên rojnamegeriyê û parvekirinên li ser medyaya civakî ceza lê hatiye birîn.
“Rewş gelekî metirsîdare”
Di berdewamiya daxuyanî de wiha hat gotin: “Li gorî me ji sala 2019’an û vir ve şopandiye Bêrîtan salê herî kêm carekê hatiye girtin û di derheqê wê de sûcdariyên giran ku propagandaya rêxistinekê kiriye weke hincet nîşan dane. Wekî CFWIJ, em bawer dikin ku serdegirtin û binçavkirinên mijara gotinê ji bo tirsandina rojnamevanan hatine kirin. Ev û fişarên sîstematîk ên bi vî rengî li welatên nedemokratik bi giranî azadiya çapemeniyê di bin siya xwe de dihêlin û ev rewşek gelekî metirsîdare.”
“Herî kêm 16 rojnamegerên jin hatin binçavkirin”
Di daxuyaniyê de hat gotin ku rojnamegerên jin ên li Tirkiyeyê rastî zextên cidî tên û wıha dom kır: “Piraniya rojnamegeran ji ber nûçeyên xwe derdikevin pêşberî dadgehê, têne girtin yan jî rastî şîdeta polîsan tên. Ji destpêka sala 2021’an û vir ve, me herî kêm 85 dosyayên dozên li dijî rojnamegerên jin şopandine. Herî kêm 16 rojnamegerên jin hatine binçavkirin. Li qadê nêzî 50 rojnameger rastî şîdeta fîzîkî hatin. Wekî CFWIJ, em daxwaz dikin ku rayedar jîngehek peyda bikin ku rojnameger bi azad bikarin kar bikin.”